Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
erdewan zaxoyî

erdewan zaxoyî

1. li gel eyaz yûsiv zaxoyî mezintirîn hunermendê şoreşa başûr bû, di sala 1957'an de li bajarê zaxoyê ji dayik bûye. Ji ber rewşa dijwar a jiyana wê demê wî nekarîbû xwendina xwe temam bike. Li sala 1978'an yekem kaseta xwe derxist. Paşî bû pêşmerge û li gel pêşmergetiyê jî berdewamî bi hunerê da û çend berhem û kaset çêkirin. Wî çendîn stranên şoreşgerî çêkirin ku ta niha jî ew stran pirr tên guhdarîkirin. Helbet ji ber ku çêkirina kasetan li çiya gelekî bi zehmet bû û ji ber ku Erdewan dixwest hunera xwe pêş bixe û bigihîne hemû gelê kurd, wî gelek hewil dan ku xwe bigihîne ewropa. Lê derfet çênebûn û pêwîst bû ew pasportek iraqî derxîne. Lewma ew careke din vegeriya bajarê Zaxo û mijûlî çêkirina pasporta xwe bû. Lê dîsan wî dest ji hunerê berneda û xwe weke pêşmerge hesab dikir û li hemû şev û ahengan de, li Kurdistanê û li Bexda jî.

Dema ku diçû ser sehnê, wî bi navê "kurdistan, barzanî û pêşmerge" dest pê dikir, ev yek jî bi dilê karbidestên rejîma baasê nebû. Lewma li roja 26/01/1986, yanê piştî şeş rojan ji wexerkirina Eyaz yûsiv Zaxoyî, di demekê de ku Erdewan di hoteleke bajarê Bexda razayî bû, karbidestên emn û Istixbarata Baasê ewî girtin, wenda kir û ta niha jî kes nizane ew li kû ye û çi lê hatiye.

Gelek hunermendên kurd dibêjin ku dengê Erdewan dengekî nimûneyî bû û ta li ba kesek din peyda bûye.

li gor gotina nivîskar û şêwirmendê rehmetî şerefattin elçi beşir ant erdewan zaxoyî û eyaz yûsiv zaxoyî demekê li cizîrê bi cih dibin, erdewan bi hevsera xwe re ye û rojekê li cizîrê hevsera wî rastî tecawuzê tê û piştî vê bûyera pîsik ew jî ji cizîrê dîsa direvin diçin zaxoyê.

li gorî min strana wî ya herî xweş "ez dê herim" e. yê ku vê stranê guhdar nekiribe ji muzîka kurdî bêpar maye.



27.10.2013 22:13 | zero

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» erdewan zaxoyî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî