Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


34 mijar û 51 peyam
xifşê

xifşê

1. wate: jina bedew û xweşik û nazik û nazenîn.

navê straneke mihemed arif cizîrî ye. rojek mihemed arif dixwaze here li ba mele mistefa barzanî, li çiyayê bamernê. dema diçe dergevan ji mihemed arif re dibêjine "em bêjin mele mistefa kî hatiye?" mihemed arif jî dibêje "bêjin bilbilê kurdistanê hatiye." dergevan diçin li ba melê û meselê jê re qiset dikin. mele mistefa barzanî dibişire, texmîn dike ew mihemed arif cizrawî ye û gazî dike. jê re dibêje:

- yaw, mihemed arif tu kengê bûyî bilbilê kurdistanê?

- serokê min, milletê kurd ji min re dibêjin tu bilbilê kurdistanê yî.

- tu ne bilbilê kurdistanê yî, tu bilbilê xifşê yî, va çend sal in em şer dikin, dengê tiving û topên me nagihîjin guhê te lê dengê xifşê her ber guhê te ye! eger tu bilbilê kurdistanê bûya te yê dengê topên me, şerê me bibîhîsta.

piştî van gotinan mihemed arif hêrs dibe, wê şevê gotinên di strana xifşê de diguherîne û rojtira din di navbera taştê de ji mele mistefa barzanî re dibêje: "serokê min, min stranek ji bo we amade kiriye!" mele mistefa destûr didiye û mihemed arif distre: "çûm bamernê li ser çiya me oy li min oy li min, lê lê xifşê / topa me li ser çiya ye oy li min oy li min, lê lê xifşê..."

mele mistefa dibêje "te dîsa xifşê xistiye di nav stranê de!"

mihemed arif jî dibêje: "yaw bêyî şer jî nabe û bêyî xifşê jî nabe, ma bi zorê ye!" *





04.11.2013 07:57 | zero

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» xifşê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî