Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 34 peyam
ibrahim tatlıses

ibrahim tatlıses

1. stranbêjeke tirk e ku nîvê eslê wî kurd e. tu caran xwe weke kurd nedaye nasandin, xwe her wekî weke tirk dîtiye û diyar kiriye.

stranên wî yê destpêkê wergerên ji kurdî bûn. bi vî awayî zimanê me îstîsmar kiriye û bêyî ku çavkanî nîşan bide jê sûd wergirtiye.

stranên wî yên din bi tirkî ne, bêqalîte ne, erzan in û ji xeynî evîn mevînê jî qala tu tiştî nake.

kengê pêwist bûbe tatlıses diyar kiriye ku li gel xelkê tirkiyê û hikûmetê ye.

li kurdistana tirkiyê ji aliyê kurdên welatparêz ve hema bêje qet nayê guhdarkirin û hezkirin.

lêêê nizanim çima ji aliyê kurdistana başûr ve gelekî tê hezkirin. hezkiriyên wî yê li wir qene zimanê stranên wî jî nizanin, lê dîsa jî hez dikin. û ev rewş jî min aciz dike û dike ku ji xelkê başûr ji ber tevgerên wan, nefretê bikim.

tatlıses her wiha li wir xaniyan û hwd. dide çêkirin û perê xwe qezenc dike û ev yek jî heç weke diyariyeke wî be tê nîşandan.

vaye dîsa çûye hewlêrê û mizginiyan daye wan: http://www.avestakurd.net/magazn/tatlises-dsa-li-hewlr-ye-h4461.html

xwedê aqil bide we, ey xelkê başûr. em bi we ne serbilind im.



02.07.2013 11:58 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol