Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 44 peyam
êpîka gilgameş

êpîka gilgameş

2. çend rêz ji destanê ku di romana mehmed uzun ya bi navê tarî mîna mirinê ronî mîna evînê de derbas dibin.



gilgamiş bi gotina dûpişk-merivî kir;

di nav daristanê de, xwe da ser riya royê,

ber bi aliyê çiyayê ku ro jê hildihat.

wî bi qasê qonaxekî rê birî,

tarîtiya ku dora wî rapêçabû, hîn bêhtir bû.

ronahî nîn bû, gilgamiş pêşiya xwe, paşiya xwe nedidît.

wî du qonax rê birî, lê tarî zêde bû.

ronahî nîn bû, gilgamiş pêşiya xwe paşiya xwe nedidît.

wî sê qonax rê birî, tarî zêdetir bû.

ronahî nîn bû, gilgamiş pêşiya xwe paşiya xwe nedidît.

wî çar qonax rê birî, tarî hîn zêdetir bû.

ronahî nîn bû, gilgamiş pêşiya xwe paşiya xwe nedidît.

wî pênc qonax rê birî, tarî hîn zêdetir bû.

ronahî nîn bû, gilgamiş pêşiya xwe paşiya xwe nedidît.

wî şeş qonax rê birî, tarî dîsan zêdetir bû;

ne pêşiya xwe, ne paşiya xwe dikaribû bidita.

wî heft qonax rê birî, tarî dîsan hîn zêdetir bû;

hew dikaribû pêşiya xwe, paşiya xwe bidîta.

gava wî heşt qonax rê birî, bi ax û wax qîriya;

ne pêşiya wî, ne paşiya wî dixuya.

piştî qonaxa nehan, hênkahiya bayê bakûr bi rûyê wî ket;

lê tarî giran û kûr bû; ne pêşiya wî, ne paşiya wî dixuya.

piştî qonaxa dehan, êdî ew gihîştibû dawiya rê.

piştî qonaxa yanzdan, tîrêjên berbangê xuya kirin.

û piştî qonaxa donzdan,

tîrêjên royê mîna lehiyekê herikîn



20.11.2013 21:27 | ceso

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» êpîka gilgameş

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî