Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
sînanê kirîv

sînanê kirîv

1. Straneke gelêriya ku kula du evîndarên ku ne ji olekî ne pêşberî me dike. Sînanê reben êzîdî ye û sakîne misilman. Piştî sakîne didin yekê misilman sînanê kirîv ji qehr û derdan dimire. Sakîne jî salek du sal şunde piştî mirina wî dimire.



gotinên stranê



were lo sînano lo lo lo lo, kirivo lo lo lo lo kirivo lo lo

sînan dorê çipinyê wêran bisewite lo lo lo ber avê ye lo lo lo ber avê ye lo lo

de vê sibêkê sînanê kirîv lê kehêle suwar bûye,

kihêlê tîne lo lo lo ser avê ye lo lo lo ser avê ye lo lo

ezê rabim tasa xwe li ava zelal xînim bidim destê sînanê kirîv

ezê bêjîm kirivo qurban, tu yê vexwe ji destê lo lo lo

sakîneyê lo lo lo sakîneyê lo lo,



sînan qurban ez dibejim ez pîr dibim lo lo lo

dil pîr nabe lo lo lo dil pîr nabe lo lo

wele mi go koka dara çipînya sewitî lo lo lo

kevnar nabe lo lo lo kevnar nabe lo lo,

heyran çi bikim xwedê bisewitine mala kirivantiyê,

de dibejin sewaca kiriva lo lo lo le hev nabe lo lo lo le hev nabe lo lo,



sinan dore dora çemê çam e lo lo lo pûng û surt e lo lo lo

pûng û surt e lo lo,

mi go qirs u qalên di ber hatin lo lo lo bûn lê mist e lo lo lo

bûn lê mist e lo lo,

welle mi go sakîneya bêmamo bûye masîyek sipî ji masîyên gola hêmo

wele bêbavên hudêdiyan tor avêtin lo lo lo

ji xwe re girtin lo lo lo ji xwe re girtin lo lo,



were lo sînano lo lo lo kirîva te me lo lo lo kirîva te me lo lo

sinan qurban surê samê lo lo lo li pista te me lo lo lo

li pista te me lo lo,

de tuyê xema neksîne sakîneya bêmamo soz û qirarê dide

ger ez bimrim ji axa sarra ger ez bimînim lo lo lo

wez ya te me lo lo lo wez ya te me lo lo...



20.11.2013 21:59 | ceso

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
dîsfajî [1]
Zehmetî ú zoriya qurpandinê a di Destpê kirin an domandina wê de. hest...
sallana sallana nietzsche ser avê [1]
Yekê din jî wiha nivîsiye:
(bnr: kurê min nietzsche ji derve sa...
belki ev jî bala te bikişînin
» sînanê kirîv
» kirîv

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî