Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
gastroenterît

gastroenterît

1. bi navê xwe yê din emelbûna enfeksiyoz/emelbûna ji ber enfeksiyonê. yanî virekî bûn, vijikî bûn...



bi kurtî ev nexweşî îltîhabgirtina sîstema xwarinê ye. yanî bi taybetî ûr û roviyên zirav. jixwe ev yek ji navê wê jî diyar e. gastro=ûr , enter-=rovî , -it=edabgirtin e.

vê nexweşiyê de aciziyên nexweş yên herî mezin û gelemperî; verişîn/dilavêtin, emel bûn û êşa zik e. taybetiya vê êşê ew e ku êş carina kêm dibe û carina zêde dibe. yanî weke krampê ye.



zarokan de sedema vê nexweşiyê herî zêde vîrûsa bi navê rotavîrûse. mezinan de norovîrûsû campîlobakterzêdetir e. hinek nexweşên din de sedemên weke bakteriyên din û parazît jî hene.

nexweşî gelek caran ji ber xwarinên xav, ne paqij, baş nehatî pehtin û ava nepaqij, diqewime. her wiha bi alavên ku mirov hevpar bi kar tînin jî dikarin bibin sedema belabûna nexweşiyê.



mirovên ku dibin gastroenterît, herî zêde av wenda dikin. yanî laşê wan ji ber wendakirina avê, ziwa dibe û ev yek jê hêza laşê mirov dişikîne. (bnr: dehîdratasyon)

loma tişta ku pêşwist e mirov cara ewil bike ew e ku mirov zêde zêde avê li nexweş bide vexwarin, ku nekare vexwe jî weke serûm bidê.

şikayetên nexweş piranî 12-72 saet piştî standina mîkrobê, destpê dike. ku sedem vîrûs be, bi giştî di nava heftiyekê de nexweş sax dibe. hinek vîrûsan de, heye ku nexweş bikeve tayê/ agirê nexweş zêde bike, êşa serî jî lê zêde bibe û hemû masûlkeyên laşê nexweş biêşe. (mîna grîpê)

ku sedem bakteriyel be, heye ku nexweşê çend heftiyan dom bike. bakteriyên ku dibin sedem zêdetir nifşên escherichia coli, Campylobacter, salmonellaû shigellane.

ji parazîtan jî giardia lamblia, cryptosporidium û entemoeba histolytica dibin sedem.



zarokên ku ji ber rotavîrûsê bûne gastroenterît di nava 3-8 rojan de bi temamî sax dibin.



sedema gastroenterîtê her dem ne enfeksiyon in, sedemên din jî hene. ku hinek ji van; îlacên êşbir yên ne steroîd (nsai), laktoz (mirovên ku jê re toleransa wan tune), gluten (nexweşiya gluten enteropati'yê de), crohn, ji ber gelek toksîn'an (jehr) û hwd.



ji bo teşhîsa nexweşiyê piranî tenê lêguhdarkirina şikayetên nexweş, bes e. jixwe teşhîskirina sedema gastroenterîtê jî gelek caran ne pêwist e, ji ber ku tedawiya wê zêde naguherîne. tabî rewşên taybet ne tê de... kultura gaytayê dikare were tehlîlkirin, tehlîla rewşa elektrolîtan (ger dehîdratasyon hebe) dikare were kirin û hwd.



tedawiya gastroenterîytê de;

- berî her tiştî divê nexweş çiqas av wenda kiribe, herî kêm ew qas av an jî serûm bistîne

- dermanên ku verişînê kêm dikin(antîemetîk) dikarin werin karanîn. bi saya vê yekê wê pêdiviya avê jî kêm bibe. ji bo vê yekê dermanên weke ondansetronû metoclopramidedikare were bikaranîn.

- bikaranîna antîbiyotîkan gelek caran ne pêwist e. ji ber ku sedem pir caran ne bakterî ne. lê ger eseh were zanîn bakterî ye û kîjan e, wê demê dikare were bikaranîn. divê neyê jibîrkirin ku hinek antîbiyotîk bixwe jî dibin sedema vê nexweşiyê bixwe.

- ji bo kêmkirina tevgerên roviyan (perîstaltîzm) û bi saya vê yekê kêmkirina emelê û pêdiviya avê, dermanên weke loperamidedikare were bikaranîn. ev derman ji bo zarokan nayê pêşniyarkirin. ji bo vê yekê dîsa bîsmut jî dikare were bikaranîn.



ku nexweşxaneyek nêzik hebe, mirov here wir wê baş be. lê ger ne pêkan be, pêwist e mirov bi îmkanên xwe têra xwe avê vexwe û xwe ziwa nehêle. amadekirina bi qasê kevçiyeke çayê qehweya ziwa û 3-4 dilop lîmon li ser reşandin û ziwa ziwa xwarina wê; emelbûnê hinekî kêm dike.



27.11.2013 11:16 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» gastroenterît

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî