Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
the song of sparrows

the song of sparrows

1. fîlmeke îranî ye.

navê fîlmê ya orjînal avaze gonjeshk-ha ye. wateya wê ya kurdî "strana çivîka beytikê"

ku hûn bixwazin, hûn dikarin fîlmê bi binnivîsa kurdî temaşe bikin, ji ber ku ji aliyê wergerine.com ve li kurdî hatiye wergerandin. fermo: http://www.wergerine.com/index.php?option=com_phocadownload&view=section&id=1&Itemid=6



fîllmê di imdbyê de 7.7 pûan standiye lê min 9 pûan da fîlmê. jixwe berî ku ji fîlmê temaşe bikim, malpera criticker jî texmîn kiribû ku ez ê 92 pûan bidime fîlmê.

axirê ger em werin fîlmê;

fîlm, ku mirov dev ji hemû tiştên din berde jî, gelekî germ e, samîmî ye. jixwe em ji ber ku karakterên fîlmê de heçko ji taxa me ne, hem ji ji ber ku ahenga zimanê farisî nêzikî ya me ye, mirov xwe li mala xwe hîs dike.

aktorê sereke ya filmê kerîm [mohammad amir naji] lîstikvaniyeke baş pêşkêş dike û jixwe fîlmê bi saya keda wî li berlînê xelata hirça zîv standiye.

zimanê fîlmê farisî û azerbaycanî ye. di fîlmê de mirov car caran dengê stranên ibrahim tatlıses jî dibihîse.



fîlm û lîstikvanê sereke ya fîlmê, fîlma zarokên bihûştê bîne bîra mirov jî (ku ew jî fîlmeke îranî ye) ne derhêner eynî ye ne jî lîstikvan.

ev jî belkî were wê wateyê ku, berevajî sînemaya tirkiyê, sînemaya îranê ji xwe re zimaneke taybet afirandiye.



weke fîlma zarokên bihûştê, vê fîlmê de jî zarok gelekî baş dilîzin û mirov ji ber neçariya wan bi wan re kelogirî dibe. ji aliyê din ve fîlmê de gelek sahneyên komîk jî hene. mirov kah dikene, kah xemgîn dibe. (bnr: devliken kelogirî)



---spoiler---

fîlmê de sahneya ku masiyên zarokan dirijin erdê û zarok ji ber ku cihê masiyek şkestiye nikarin wan xelas bikin û neçar dimînin ku masiyan bavêjin nav av ku ber wan de diherike û bi vî awayî masiyan wenda dikin lê qet nebe canê masiyan xelas dikin; mirov bi zarokan re kelogirî dibe.

---spoiler---



06.07.2013 12:23 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» the island
» songpop

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî