Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
dermanên êşbir

dermanên êşbir

1. (bnr: analgesic)

komeke îlacan e ku armanca wan kêmkirin an jî tunekirina êş û eleman e. êşbir, êşbir, êşkuj jî dikare were gotin.

ev derman bi riyên ji hev cuda dikarin êşa ku mirov hîs dike, ji holê rakin.

piraniya dermanên êşbir ji van kategoriyan, in:

1- paracetamolan jî bi navê xwe yê din acetaminophen

2- dermanên antî-înflamatuar yên ne steroîd (non-steroidal anti-inflammatory drugs / nsaid)

3- dermanên opîoîd



li gorî sedema êşê, dermanê ku divê were hilbijartin, diguhere.



paracetamol û êşbirên ne-steroîd (nsaid;)

rêbaza bandora paracetamol bi temamî nayê zanîn lê wisa xuya dike ku ji rehikên perîferê zêdetir, li ser sîstema navendî ya rehikan bandorê dike û êşê dibire.

aspîrîn û êşbirên din yên ne-steroîd bandora xwe bi tesîra xwe ya li ser enzîmên sîklooksîjenazan (cox1 û cox2), dike. ku bi weke encama vê tesîrê, prostaglandînên ku sedema êşê ne, kêm dibin. ev dermanên hanê, berevajî êşbirên opîoîd û paracetamolê, ne tenê êşê dibirin lê her wiha enflamasyonê yanî îltîhabê jî kêm dikin.

ji ber vê yekê rewşên ku sedema êşê îltîhab û enfeksiyon e, de, bikaranîna êşbirên ne-steroîd bêtir kêrhatî ye

ji aliyê din ve hinek tesîrên neyê-xwestin yên van êşbiran heye ku serî de ûlsera ûr, zerarên li ser gurçîkan dikare were jimartin. bi taybetî gelekî hêsanî dikarin bibin sedema ûlsera ûr û heta ger zêde were bikaranîn dikare bibe sedema xwînîbûna ûr û qulbûna ûr. ((bnr: gastrointestinal perforation))

ji bo êşbirên ne-steroîd mînakên weke aspîrîn, naproxen, îbuprofen, diclofenac dikarin werin gotin.

ku ev derman piyaseyê de weke parol(paracetamol), minoset(paracetamol), dîkloron(dîclofenac), dîclomec(dîclofenac), aspîrîn plus, apranax(naproxen), dolven(îbuprofen), ibufen(îbuprofen), majezik( flurbiprofen) tên zanîn.



êşbirên opîoîd:

ji vê komê dermanê ku herî zêde tê zanîn morfîn e. ev êşbir gelekî bandorker û quwet in. lê dibin sedema tiryakê. loma tenê bi reçeteyên taybet dikarin werin bikaranîn. ew jî tenê li nexweşxaneyan.

tramadolê ku li piyasayê zêdetir weke contramaltê zanîn, îro gelekî tê bikaranîn.



01.12.2013 11:40 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» dermanên êşbir
» êşbir

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî