Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 10 peyam
şiroveyên li ser youtubê yên di bin vîdeoyên kurdan de tên kirin

şiroveyên li ser youtubê yên di bin vîdeoyên kurdan de tên kirin

1. şiroveyên ku bi piranî bi êrîşa faşÎst û raşÎstên tirk û ereb û ecem ên dijmin û xêrnexwazên kurd Û kurdistanê destpê dikin û bi bersiv û berevaniya bikarhênerên kurd didomin e..

li ser youtubeê kêm vîdeoyên ku tê de têhn û tesîra kurdayetiyê hebe û behra xwe ji polemîk û heftûheştên wihareng nestandibin hene..



sê-.çar profÎlên meşhûr yên bikarhêner û şirovekarên youtubeê yên ku ez behs dikim hene..



yên pêşiyê; faşîst û xêrnexwazên tirk û ereb û ecem in.. tabî di nav van her sê qewmiyetan de yên herî zêde xurt û tûj û dijwar tirk in paşê ecem û pê re jî ereb in.. carinan azeriyên ku xwe wek bêjiyên dêlegura asenayê dibînin jî piştgiriyê didin tirkan.. ev celeb bikarhêner li kû derê liqayî vîdeoyekî kurdî werin, ev vîdeo çi vîdeoklÎbeka mûzîkê ya stranbêjekê herêmî be çi jî vîdeoyeka li ser kurdistanê be, tavilê qebûl û qalib û klîşeyên xwe yên ku li ber destê perwerdehiya kemalîst xwendine dubare dikin û dest bi tîrad û nutqên em ê nehêlin hûn vî welatê me yê xweşik û nizanim çi kerr-kerr bikin, şehîd namirin, welat nayê parçekirin, xwezî bi wî kesî ku ji xwe re dibêje ez tirk im.. an çêr û sixêvan dikin.. filan



yên didoyê: kurdên polîtîk yên li ser xeta pkkê ne.. her êrîş û rabezîneka faşÎstan bi bersiv û bergidan û berevaniyeke xurt ya du-sê mislî ji tonaja êrîşan dijwatir dibersivînin.. bi piranî şiroveyên xwe i klîşe û sloganên wek; şehîd namirin, bijî serok apo filan temam dikin..



yên sisêyan: kurdên spî û apolîtîk in.. mezheba van kurdan têra xwe fireh e û dilê tu kesî ji xwe nahêlin, heta ji wan tê di ber dilê faşîstan re diçin û dikin ku xwe li ber dilê wan şirÎn bikin.. di şiroveyên xwe de gotinên soft û nermik bikar tînin, ji tirsa qûna xwe mesafeyê dixin di nav xwe û pkkê de.. gotinên wek; her kurd ne pkkî ye, an pkk gelê kurd temsîl nake, an pkk nizanim çi ye û kurd û tirk bira ne filan..



yên çaran: kurdên zimanfetîşîst in.. di biniya her vîdeoyekî de bi kurdiyeke ji qeydeyên rêziman û rastnivîsa kurdî bêxeber, banga nivîsandina bi kurdî li kurdan dikin.. şiroveyên wAN HETA TU BÊJÎ KURT in..

yên pêncan: tirkên ku dinya ne bi xema wan ve ye.. bi piranî bi pey konfora guhê xwe dikevin.. di biniya her vîdeoyekî de şiroveyên wek deng an mûzîka vî kesî an vê komê kêfa min tîne, fikrê wan ên siyasî min eleqedar nake filan dikin.. ev celeb bikarhêner jî dilê tu kesî ji xwe naêşînin..



bêguman hîn çend profîlên din jî hene lê sebr û hedara min naye ku ez zêdetir drêjiyê bidim vê peyamê..



04.12.2013 03:57 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» şiroveyên li ser youtubê yên di bin vîdeoyên kurdan de tên kirin
» sersala salnameya çîn'ê
» yên ku telefona xwe di destê xwe de digerînin
» bindest û serdest nabin yek dest
» vîdeoyên perwerdehiyê yên bi kurdî
» kurdan
» têneper

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî