1. XENDEK (bnr: xendek, hezex - wîkîpediya)
Xendek gundekê navçeya Şirnexê Hezexê ye. Li rexa Çemê Dîjleyê hatiye avakirin. Gundekê kevnare û dîrokî ye. Di dema Bîzansiyan de weke kelehek mezin hatiye bikaranîn. Ev der sînorê Împaratoriya Bîzansê ye. Li hemberî wî kela Finikê di destê Persan de bû. Du kelehên mezinbûn li hemberî hev. Ji ber wê cihekî stratejîk bû.
Navê wê di nexşeyên wî demî de Bethzabde derbas dibe. Çiqas ku ev gund keleha Bîzansê be jî ku hêjî; keleha wê, sûrên wê, pîlik, lûleyên avê, dêrên wê xûya dike, gelê vê herêmê kurd bûn û bi awayekî xweser dijiyan. Li Xendekê deverek heye ku hêjî jêre dibêjin Mişara Kurdiyanya. Mişar ango xeta Kurdiyanya. Dema mirov ji vê xetê dibore êdî bêhna axa kurdan tê.
Di navbera Xendekê û Mizgeftok(Laleşok)ê de Xirabajarek mezin heye. Navê vî Xirabajarî yê rastîn Kurdiyanya ye. Li vir kurd di bin Împ. Bîzansiyan de awayekî xweser dijiyan. Hêjî xanî, sûr û şopên Kurdiyanya xûyayî ne.
Li nav erdê Xendekê de Kehniya Sitiyê heye. Ev kehnî cihê Sitiya Kudiyanya bû. Ev bermahiyên dîrokî li benda lêkolînê ne. Li benda lêkolînerên kurd e.
NAVÊN KEHNIYÊN WÊ
Di Xendeka rengîn de gelek kanî û robar hene. Di eslê wê de Xendek cihek biav e. Ji aliyê avê ve tu kêmasiyên wê nîn e. Hem Çemê Dîjleyê hem seqlanên wê û hem jî kaniyên wê pirsgirêka avê çareser kirine. Çiqas ku ez dizanim hê bêhtir kanî hene jî min tenê ev kaniyên he tespît kirin:
1. Kehniya ‘Elkê(Qajik_Benîşt)
2. Kehniya Binya Êş
3. Kehniya Biya Ewlên (Goreka şêx an jî ilimdarekî li wir e. Yên nexweş diçin wir û wextekî dirazin. Piştî wextekî li gor baweriyê; ew zat tê xewna nexweşî û weke marekî ser re diçe û nexweş sax dibe.)
4. Kehniya Cim’îka(cihê Civînê)
5. Kehniya Cirnika
6. Kehniya Çelo
7. Kehniya Çemê Sor
8. Kehniya Dehlokê
9. Kehniya Êliya
10. Kehniya Gund
11. Kehniya Gundik
12. Kehniya Haco
13. Kehniya Hejira Kozê
14. Kehniya Hejîrê
15. Kehniya Kaşikê Hejîrê
16. Kehniya Kêpo
17. Kehniya Mêrga Dehşika
18. Kehniya Mêrgê
19. Kehniya Pîseka
20. Kehniya Sitiyê(Sitiya Xirabajar)
21. Kehniya Şixra
22. Kehniya Temes
23. Kehniya Tirik
NAVÊN CİH Û WAR Û KAŞIK Û XIRABAJARAN
Xendek ji aliyê navdayînê ve jî pir pêş ketiye. Cih nîn e ku bênav maye. Li her kanî, li her kaşik û li her deştî re navek dîtine. Niha jî hin navên ku min tomar kirîn;
1. Aşkê Mejdîn
2. Bankê Pîro
3. Bêndera Zûr
4. Benê Purtî(ev û bince’dê re nêzî tovê 20 elban)
5. Berka Şemdîn
6. Beroş
7. Beroşê Hemîdê
8. Besta Qelêç
9. Bestê (Li ber çem cihê bi kuç û fireh û rast e.)
10. Çaya Kurtik
11. Çemê Binya Ewlên
12. Çemê Ehmo
13. Çemê Sor
14. Çemê Spîndara
15. Çemê Şirt
16. Çemkê Legan(Tovê 2 elba ê me)
17. Dehlok (Li ber Çemê Dîjleyê cihekî dar û ber e.)
18. Derê Şikeftan
19. Deşt(nêzî tovê 30-40 elban ê me))
20. Deştok(Deşta dûyem a piçûk e.)
21. Erdê Kehniya Cirnik
22. Gilxenzîr
23. Girê Nêriya(Nêzî tovê 40 elban)
24. Girkê Legan
25. Girkê Tûpişka
26. Girkê Zixronek
27. Goniyê Dinho
28. Gulşîlan
29. Kêlkê
30. Kevir Sipîka
31. Korta Dehlokê(Bi ser dehlokê re.)
32. Mendîşan
33. Mextera(Xetera) Şewlo(navek ermenîkiye)
34. Mişar
35. Mişara ‘Îdo
36. Mişara Govê
37. Mişara Kurdiyanya
38. Pişta Êş(nêzî tovê 20 elba ê me)
39. Qelêç(Dirû)
40. Sêlewan
41. Serê Sûlavê
42. Serêş
43. Sûlav
44. Şemilwan
45. Tirik
46. Xendeka Xirabe (Gundekê wextê Bîzansiyan mayî ye. Nêzîkî 1600 sal dîroka wê heye. Sûrên wê hêjî bi cih in.)(Nêzî 10 D.ê me)
47. Xwêrêz
48. Zeviya Dirêj
49. Zeviya Ezdîn
50. Zeviya Garanê
51. Zeviya Mecîd
52. Zeviya Mezin(nêzî 20 d.ê me)
53. Zeviya Miho
54. Zeviya Noko(Nehka)
55. Erdê Kehniya Mêrgê(ev û niwala kurtik nêzî 50 d.ê me)
56. Niwala Kurtik
57. Aşê Mala Hacî(Tovê 2 elba ê me)
58. Berseqlan(nêzî 10 d.ê me)
59. Aşê Mehûjoka(Nêzî 1 d.ê me)
60. Banê Rast(nêzî tovê 4-5 elba ê me)
61. Erdê Kehniya Sitiyê(nêzî tovê 50 elba ê me)
GUNDÊN XIRABE
Wek me got Xendek xwedî dîrokek dûr û dirêj e. Divê lêkolînek mezin werê kirin. Niha hin cihên dîrokî û xirab e:
1. Xendeka Xirabe (Ji Xendeka nû bi qasî 300m. dûr e. Gundekê ku ji Bîzansiyan an jî Romayê mayî ye. Kela wê hê jî dimêne. Pere, lûleyên avê, malên wan hê jî tên dîtin.)
2. Xirabajar (Di navbera Xendek û Mizgeftokê de ye. Navê wê yê rast Kurdiyanya ye. Ew jî xwediyê kelehekî ye. Gundekî kevnare û dîrokî ye. Li gor berê bajarek mezin e. Şûnmahiyên malên wan hê jî dixûyin.)
3. Kavilê Biya Ewlên
4. Kavilê Kêçê
5. Kavilê Kehniya Kêpo
6. Kavilkê Behîvê
BERIYA XIRABÛNA GUND MALÊN DI XENDEKÊ DE
Beriya niha 17 salan weke gelek gundên din gundê me Xendek jî hate şewitandin, hate xirakirin. Hingî 48 mal têde bûn. di her malê 5 kes hebin jî hema hema dike 200 mirov. Ev hemû mecbûr man ku ji gundên xwe birevin; hinek di vê revê perîşanbûn, hinek jî mirin.
Dîsa sala 1999’an 10-15 mal vegeriyan warên xwe û Xendek ji nû ve avakirin. Niha ava ye û nêzî 8 malên bicih 10 malên koçer têde dijîn.
Ez hêvîdar im ku em hemû dîsa li gundên xwe vegerin û em ê warên xwe şîn bikin.! Niha hinek li Ewrûpa hinek li bajarên Tirkiyê(antalya, îstanbul), hinek li mezopotamyayê dijîn. Niha jî lîsteya malên ku li Xendekê bicih bûn:
1. Mala Ehmedê Silêman: 4 malên wan
2. Mala Elî Haciya: 2 malên wan
3. Mala Emerê Delo
4. Mala Emerê Elî: 6 malên wan
5. Mala Emerê Fatim: 2 malên wan
6. Mala Mele Evdirehmanê Xendekî
7. Mala Hacî Sedûn: 5 malên wan
8. Mala Hemedê Hesen: 3 malên wan
9. Mala Hemedê Resûl
10. Mala Hemedê Sofî
11. Mala Hesoyê Simaîl: 2 malên wan
12. Mala Mele Mehmût
13. Mala Mihêyê Neder
14. Mala Mirad: 7 malên wan
15. Mala Qaso Tilêlî
16. Mala Reşîd
17. Mala Salihê Evdê: 2 malên wan
18. Mala Sebriyê Qasê
19. Mala Sofî Evdirehman: 3 malên wan
20. Mala Şêx Simaîl: 2 malên wan
21. Mala Xelîlê Ebo
Tevahî: 48 mal
Hejmara Ciwanên beriya 1994 (Texmînî-Yên 20-30 salî): 35
Lêkolîner: Rênas XENDEKÎ
|