Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
avahîsaz

avahîsaz

9. peyveka pir wate ye.. ji bo endazyarê înşaatê (îng. civil engineer an construction engineer), ji bo mûteahîtan (îng. contractor) û ji bo mîmaran (îng. architect) tê bikaranîn.. lê bi qasê ku dixweyê di tirşikê de bes ji bo mîmaran hatiye bikaranîn.. li gorî min ev bikaranîneke şaş e bêtir dilq û dirûvê mûteahîdê bi peyvê dike..

neyse ez werim ser fikr û tecrûbeyên xwe yên li ser hevalên avahîsaz anku mîmar.. ez bi xwe jî projeyên mekanîkê çêdikim, ji ber hindê li derdora min têra xwe avahîsaz hene.. hê min avahîsazek nedîtiye ku derheqê hevalê xwe yê din ê avahîsaz de xebera xêrê gotî, her wextî gazind û lomeyan ji hevdu dikin û hej hevdu nakin, bêguman gelek egerên vê yekê hene lê bi qasê ku ez dibînim sektora avahîsaziyê sektoreke teng û monoton e û hema bêje her avahîsaz di eynî sektorê de ye û eynî îşî dike.. ji ber hindê hemû avahîsaz beramber û reqîbê hevdu ne.. û wekê ku tê zanîn di her reqabetê de bivê nevê çavnebarî, hesûdî û zikêşî û gelek dilîn û hestên din ên nexweş peyda dibin..

li jor jî hatiye gotin, naxwazim zêde dirêj bikim, gelekî qurre ne, şûr simbêl/keziyê wan nabirre..

endazyarê mekanîkê û endazyarê înşaatê yên ku başebaş dikarin bernameyên xêzê yên wekê autocad û idecat, archicad, 3dsmax bikar bînin bi pratîkeke çend rojekî bihêsanî dikarin mîmariya avahiyekî bisêwirînin.. du meh beriya niha ez û hevalekê xwe yê mîmar ku her gav û seet dikir pitpit û porpor di serê min de, em çûn şert, min go di nav sê rojan de ez dikarim bi autocadê projeya mÎmarî ya avahiya ku tu dixwazî çêkim, sond xwar ku eger tu çêkî ez ê dev ji mîmariyê berdim.. hê roja didoyê xilas nebûyî min çêkir û jê re şand, xwe li bênamÛsiyê danî, go min negotiye ez ê dev ji mîmariyê berdim filan..

lê qedr û qîmetê avahîsazan êdî wekê berê nema.. wekê ku ehmedê xanî dibêje:



''maceraya xidr û dîwarê yetîmê bû selef

vî zemanî her kesek mî’marê dîwarê xwe ye.''



22.01.2014 15:59 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» avahîsaz

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî