5. du sal berê min xwendibû lê min fêm nedikir ji ber ku haya min qet ji galîsyaniyan tunebû min digot dibe ku galîsyanî tiştekî xeyalî be û bi zimanekî qerfî û îronîk di bin navê galîsyaniyê de rewşa kurdan tê qalkirin lê paşê fêm kir ku galîsyanî jî netew e û weka me bindest in û ev pirtûk jî werger e*)) wergêra pirtûkê ji aliyê gelek kesan hatiye kirin lewma mariv nikare nirxandinekê giştî bike hin kes xweş wergerandiye mariv pê nahese ku werger e yan na, hin kes jî nexweş wergerandine dengê teqûreqê ji çîrokê tê têde çîrokên pirr balkêş hene û pirr dişibin me. mariv dibêje qey behsa kurdistanê tê kirin hin galîsyanên tirşikçî wek tirşikçiyên me ne ji galisîbûna xwe eciz in û şerm dikin ku bi galîsyanî bipeyivin gava ku bi galîsyanî dipeyivin xwe wek gundî, gava spanyolî dipeyivin jî xwe nûjen û wek bajarî dibinin lê kêfa min hat min gotibû bi xwedê em ne tenê ne*)) |
|
24.01.2014 16:44 |
ferhenga şikestî
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |