Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 22 peyam
cemse

cemse

1. Cûreyekê erebeyan e û weke jeepa ne. Ez bawerim navê wê ji fîrmayeka emerîkî a bi navê gmc (General Motor Company) ye tê. Ji ber ku bilêvkirina gmc ê bi ingilîzî cî-em-sî ye û weke cemse derbasî kurdî bûye. Marqeya wan jeepa jî gmc bû. Mesela me ne ev e. Mesela me hîma û hestên di hişê kurdan yê di berdarê van erebeyan de ye. Çawa torosên sPî bûbûn nîşaneyên girtîn, kuştin û serwendakirinê di heman demî de ev cemse jî di hişê me DE bû sembola zilma dewletê. Dema li gunda, gundiyan cemsa leşkeran bidîtan dizanîbûn ku wê li gund tiştnê ne baş biqewimin. Li bajar jî dema me ev cemse didîtin ji tirsa qelbê dikir bisekinê. Ji ber ku di wan cemseyan de tîmên taybet yên weke baraza hebûn û me dizanîbû ku bi qasê serê tiliyekê jî rehm di dilê wan de nîne. Simbêlên wa yên kûçikî (ülkücü), çavên wa yên rengo reng, Cilên wa yên Leşkerî, rext û fîşekên wa yên ku bi bedena xwe ve dorpêç kiribûn tirsek dikir dilê me de. Di wî emrê xwe de (salA 1992. Ez hingî 7 salî bûm) min ev baraz dîtin û heta heta ez ji bir nakim. Dîsa rojekî dema em li malê bûn, me hew dît ku bi pehînan deriyê me yê malê vekirin û berê sîlehên xwe yên giran dan me û got ger hûn xwe biqelikênin EMê li we bireşênin.

Dema peyva cemsê tê bîra min ev tişt têne bîra min. Ez bawerim ev peyv tiştên xirabtir tînê bîra hin mirovên dî..



16.02.2014 02:35 | nan û av

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
belki ev jî bala te bikişînin
» cemse

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî