Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
the life of david gale

the life of david gale

2. fîlma ku pûanê wê imdbyê aniha 7.4 e. û heqê wê jî bi ya min, tiştekî wisa ye.

fîlma sala 2003 ye, zimanê wê yê resen îngîlîzî ye.

lîstikvanê sereke kevin spacey e ku em wî ji fîlmên moon, k-pax, american beauty, se7en û hwd. nas dikin.

fîlm derbarê rêxistinek e ku armanca wan ew e ku li teksasa amerîkayê cezaya îdamê were rakirin.

lê ber berxwedana wan de, endameke wan ku zanîngehê mamosteyê felsefeyê ye, ji ber tecawîz û kuştinê tê girtin, dadgehkirin û cezayê îdamê lê tê birîn. kevin spacey jixwe lîstikvaneke navdar û serkeftî ye, ji ber wî tenê be mirov nikare bi pêşdarazî nêzikî fîlmê bibe.

ji bo sûprîzên fîlmê xera nebe ji vir pê ve spoiler dihewîne;





-----spoiler-----

her çiqas dawiya wê weke surprîz hatibe amadekirin jî, ji bo min bixwe nebû sûrprîz. ji ber ku piştî sahneya ku David Gale bi walî re ketibû gûftûgoyê û li ber pirsa walî ya ku digot mînak bide min ku îhtîmal hebe girtiyê ber îdamê bêguneh be, neçar mabû û piştî sahneya ku karakterê Constance (ku paşê tê kuştin) ji ber îdamkirina mehkûmekî zarok, xwe dîn kir; min ji xwe re got ev herdu wê planeke çêkin.



bi ya min derbarê fîlmê de tiştek wisa jî heye; ehmeqên endamê tevgera pêşîlêgirtina îdamê, bi vî awayî eslê xwe de bi dek û dolaban xwe mafdar derdixin û baweriya li hember fikra xwe kêm dikin. tabî vê plana xwe ji raya giştî re aşkere nakin lê bi vî awayî, eslê xwe de, di dilê xwe de têkçûnê qebûl dikin. her çiqas fedekariyek mezin bikin jî...

-----spoiler-----





fîlm hêjayî temaşekirinê ye û dirêjahiya wê jî bi qasê 2 saetan e.



12.07.2013 15:19 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» the metamorphosis
» life in technicolor
» david rovics
» galeria

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî