Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
pûng

pûng

4. giyayê ku bûyereka piçûkatiya min de qewimi ye tînê bîra min e..di destpêka salên 90an de ji ber tirsa kîmyabarana seddam kurdên başûr berê xwe dan bakûrê welat.. gelê bakûr jî bi her awayî û bi hemî derfetên xwe alîkarî dida gelê başûr. malbata me jî yek ji wan malbatên ku bûbûn penaber li mala me hewandin. ew malbat nêzîkî 2 heyva li mala me ma. navê malxwê malê se'an bû. navê jina wî û zarokên wî nayê bîra min. vêca nexweşiyeka jina wî hebû. Ez nizanin bê ka çi nexweşî bû. ji ber nexweşiya wê sax bê jî pûng lazim bû. welhasil diya min ez rêkirim ber şetê cizîrê û gotr min here hinek pûng bêne. Ez çûm min hinek pûng jêkir û min berê xwe da malê. Ez hinekî rê ve çûm û min hew dît ku ez ketime nava erdekê ku tejî nohkên ter tê de. yê dizanê ji xwe dizanê ku bihara li cizîrê û gellek deverên kurdistanê nohkên ter têne xwarin. dema min ew nohkên ter dîtin aqil ji serê min çû hema min xwe zer kir wan nohkan. min ji xwe re digot e ku ev erd bêxweyî ye û min çi qasî bivê ez dikarim nehkan bixwim. welhasil weke çêleka ku ketî ser kizin de ez jî ketibûm ser wan nehkên ter de. piştî çend deqîqeyan min dît ku zilamek wa ye baz didê û tê ba min. min fêhm ku xwediyê erd e. min bezik da xwe lê feyde nekir û zilam ez girtim. got e min çira ti ketî nava erdê min û zilehek li min da. min hêvî dikir ku mi̇n berdê lê ez bernedam. vêca efendî ez tirsandim û gote ezê te bikim hepsê de. ji hepsê jî qesta wî qulubeya wî bû. paşî got na ezê te rût bikim û tê wûsa rêkim mal. dawiya dawî tiştek nekir û ew nehkên ku min jêkiribûn ji min standin ez rêkirim malê. Ez naha difikirim û dibêjim wî zilamî bawerke gellek hej fantaziyan dikir e. belê çîroka min û pungê weha ye.



09.03.2014 02:13 | nan û av

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pûng

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî