3. dirêjiya wê kredi yurtlar kurumu ye.. bi kurdî û kurmancÎ wekê peyama ewilîn ya vê mijarê mirov dikare wek saziya krêdî û wargehan wergerîne.. ji ber ku di lÎseyê ez têra xwe di wargehê de mam, di zanînegehê min nexwest ez lê bimînim û ez lê nemam.. lê ji devê hevalên ku lê diman ez kêm zêde dizanim bê geh û wareke çawa ye.. niha di şûna wargehên berê yên klasîk de dewlet wargehên nîv-taybet çêdike, li amedê, li nav kampûsa zanîngeha dîcleyê de wargeheke ku ji çar blokan tê pê, ji bo xwendekarên keç wargeheke kompleks hatiye çêkirin, ku mirov guneh dike lê binêre.. di van wargehên nîv taybet de, odeyên xweş û fireh, di her odeyekî de herî zêde sê kes dikare bimîne, dîsa di her odeyekî de serşok û daşir, û dîsa di her odeyekî de sarinceke mînî û mobÎlyayên lÛks û kêrhatî û înternet heye.. |
|
10.03.2014 00:12 |
endazer
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |
|
renas kaya [1] |
|
keloş [1] |
|
keloş [2] |