Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 84 peyam
rasteka t

rasteka t

1. cureyeka rastekan e.. wek sembola xwendekarên endazyarî û mîmariyê jî tê zanîn.. di dersa technical drawing an ku xetkêşana teknîkî de zehf tê bikaranîn..

sala ewil ya zanîngehê rojekî ji rojên zivistana amedê ez rabûm ku herim zanîngehê, dersa ewil jî ev dersa xetkêşana teknîkî bû, neyse di destekî min de ev mîrata rasteka tyê û di yê din de jî notên dersê û çend pirtûkên din ez li sekingehê sekinîme da li erebeyê siwar bibim û herim mektebê, çend deqeyekî dî re erebe hat û bi kotek û sed bela jî be ez li erebê siwar bûm, hingî servîsên navbajêr gelekî kêm bûn û cih di erebeyan de peyda nedibû, min xwe avêjt quncikekî, min pala xwe da erebeyê, min ev rasteka tyê jî kir di nav ranê xwe de da ku bi destekî xwe li pêgirên erebeyê bigirim, û ji bêxewiyê jî çavê min bel nabin, axirê ji xwe dema mirov ji hewayeke sar diçe berev hewayeke germ ve ditevize, ji xwe ve diçe îcar vêca dema mirov bêxew jî be tu tişt nikare wî bîne ser hişê xwe..

ez dirêjim nekim, pişta min li erebeyê, di destekê min de notên dersê, di nav ranên min de rasteka tyê, bi destekî jî min xwe bi pêgirên erebeyê ve grtiye û çavên min jî ketine ser hev, min hew nêrî qajînek tûj ji jinika li pêşiya min rabû, ez ji cihê xwe veciniqîm, min dît berê xwe daye min û bi ser min de dike pitpit.. rasteka min a tyê di nav teşkên jinkê de diçe û tê, min ji fihêtiya nezanî ez ê çi bikim, axirê min xwe da hev, min rasteka tyê kir di destê xwe de û ez li ber dilê jinkê re çûm, min jê re got qisûrê efû bike tê min dibînî ez çavilxew im û ne li ser hişê xwe me bêhemdî çêbûye, jinikê piştî dît ku bêhmedî û nebizanebûn çêbûye xwe kerr kir, deqîqeyek ser re nebihurî min dît xortek nû av li gunna geriyayî, bi dengekî az û ji xwe bawer, û bi helwesta dîkê mihelê got bir mevzuu mu var abla, ez ê heta niha hêmin û sakîn yekcarî ez dîn bûm, min da nav qerebalixê û ez çûm cem, min go erê meseleyek heye û ka were em safÎ bikin, vêca xwe li hîzî û bênamûsiyê danî, go ne birako te ez xelet fêhm kirim, min go qey hinek jinikê reht û aciz dikin ji ber wê min welê got, axirê jinik jî hat û ket navbeynê de got, bi xeletî û bêhemdî çêbûye filan.. û mesele hat girtin..



16.03.2014 17:29 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
belki ev jî bala te bikişînin
» rasteka t

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî