Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
budd-chiari

budd-chiari

1. nexweşiyeke kezeba reş e. ji ber xetimîna demarên berhevker ya kezebê pêk tê. ji ber vê xetimînê, xwîna ku tê li kezebê, nikare VALA BIBE LI DEMARA BERHEVKERA YA MEZIN (v. cava inferior). ji ber vê yekê jî kezeb diwerime û di pêvajoyeke dirêj de jî fonksiyonên xwe wenda dike û ber bi sîrozê ve diçe. bi qasê %60ê nexweşan, di nava 10 salan de jiyana xwe wenda dikin (ger neqil nebîn)



nîşaneyên vê nexweşiyê nîşaneyên giştî yên kêmasiya kezeba reş e; assît, xerabûna fonksiyona trombosîtan, êşa zik (gelek caran bêêş e), zêdebûna enzîmên kezebê, xerabûna rewşa hişmendiyê, semptomên ji ber demarên kollateral (xwînîbûna ûr, verişîna xwîn) û hwd.



sedemên nexweşiyê;

nexweşiya prîmer (%75): tromboza(hişkbûna xwînê) li demarê berhevker ya kezeba reş (hepatîk ven an jî vena hepatica)

nexweşiya sekonder (%25): xetimîna vê demarê ya ji ber sedemên derveyî demarê. weke mînak tumorek dikare vê demarê ji derve bişidîne û bixetimîne.



sedemên trombozê (xetimîna ji ber hişkbûna xwînê) jî dîsa pir in:

- nexweşiya polîsîtemia vera

- ducanî bûn

- piştî ducanîbûnê

- bikaranîna hebên dijî ducaniyê

- nexweşiya paroksîsmal nokturnal hemoglobînurî

- hepatoselluler karsînom (kansera kezeba reş)

- antîkoagûlanên di nexweşiya lupusê de.

- xerabûna fonksiyonên proteîn c û proteîn s

- mutasyona faktor v leiden

- sendroma antîfoffolîpîd



ev nexweşî her wiha ji ber sedemên enfektîf jî tê dîtin ku yek ji van tuberkuloz e.



teşhîsa nexweşiyê;

- xwînê de tespîtkirina zêdebûna enzîmên kezeba reş (alt, ast) û yên din (alp, ggt, ldh, ure, kreatînîn û elektrolît)

- bi doppler ultrasonê, anjîografî an jî tomografiyê tespîtkirina xetibîna venên hepatîk (demarên berhevker yên kezeba reş)

- gelek caran di tomografiyê de xwe bi mezinbûna kaudat lobê belî dike.

- bîyopsîya ji kezeba reş



dermankirina nexweşiyê;

ev nexweşî kêm caran bi dermanan dikare were tedavîkirin. vê redawiyê de;

- ji bo ku assîta ku berhev dibe bikeve bin kontrolê, dermanên dîuretîk tên bikaranîn (ji bo zêdekirina mîzê)

- ji bo vekirina xetimînê an jî pêşîlêgirtina zêdebûna zetimînê, dermanên weke heparîn û warfarîn tên bikaranîn



ger bi vî awayî nexweşî nekare were kontrolkirin, wê demê îhtîmala cerrahiyê dikeve rojevê.

tedawiya cerrahî;

- çêkirina şantan (di navbera hinek demaran de çêkirina riyên nû) [ev emeliyat li tirkiyeyê zêde nayên çêkirin]

- tips (Transjugular intrahepatic portosystemic shunt) [dîsa riyeke din e ji bo şantên navbera demaran de]

- neqla kezeba reş



30.03.2014 10:26 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» budd-chiari

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî