Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
neqla kezeba reş

neqla kezeba reş

1. beşek an jî temamê kezeba reşa mirovekî derxitin û li laşê mirovek din bicîhkirin e. tedawî dawîn û bêalternatîf e ji bo nexweşên sîrozê yên hatine asta dawîn ya nexweşiyê.



berevajî neqla gurçikê, ji bo vê neqîlê zêde şert tune ne. gruba xwînê ya nexweş û mirovê xwediyê kezebê, ji hev bigire bes e.



ger neqîl, ji mirovek zind, were kirin, tenê beşeke kezebê tê standin. ji ber ku laşê mirovekî de tenê kezebek reş heye. berî emeliyatê pêwist e hesabên mezinahiya parçeya kezeba ku wê were derxistin û parçeya ku wê bimîne, baş were kirin.

ji ber ku;

ger parçeya ku we standiye, têra nexweşê ku wê neqîl bibe, neke: wê nexweş bimire.

ger parçeya ku we ji mirovê ku kezeba xwe feda dike hiştiye, têra wî/wê neke vê carê wê ew bimire.

ji bo ku tiştên wisa nebin, divê mirov kîloyên nexweş û mirovê ku kezeba xwe dide, baş hesab bike û parçeyên kezebê jî baş bipîve.

emeliyata neqîla kezeba reş ya ji mirovek zindî de, an aliyê rastê an jî aliyê çepê ya kezebê tê standin. ger nexweşê ku wê kezebê bistîne, mirovek mezin be, bi giştî aliyê rastê tê standin. ji ber ku aliyê rastê ya kezebê bi qasê %60-65ê kezebê ye û encax evqasê wê têra nexweşeke bike ku sax bibe. parçeya mayî (%35-40) têra mirovê ku kezeba xwe feda dike, bes e. (tabî li gorî kîloya wî)

lê ger kesê ku wê kezebê bistîne, zarok be: aliyê çepê jî bes e.



îhtîmala din jî neqla kadaverîk e. yanî neqîlkirina organê ya ji miroveke mirî. vê vebijêrkê de, kezeba mirovê mirî, bi temamî tê derxistin û li bedana mirovê nexweş tê bicîkirin.



neqla kezeba reş, li tirkiyê li gelek navendan bi awayeke serkeftî tê kirin. emeliyatek gelekî zehmet e. li gorî navendan û ekîban diguhere lê bi qasê 8-15 saet dewam dike. her du cûreyên neqîla kezebê de jî, pêşîn kezeba nexweş bixwe tê derxistin û paşê ya nû lê tê xistin.



rêjeya serkeftina vê neqîlê ne hindik e. gelek nexweş bi saya vê neqîlê ji sîrozê xelas dibin. lê dîsa jî divê neyê jibîrkirin û emeliyatek gelek mezin e û rîskên wê jî gelekî mezin in.



kezeba mirov ku kezeba xwe daye, di nava 3 mehan fîlan de xwe temam dike û mezinahiya wê dîsa dibe weke berê. yanî bandorek neyînî li ser jiyana wî/wê nabe.



30.03.2014 10:43 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» neqla kadaverîk
» kezeba te ji devê te re were
» reşane

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî