6. marina
Quis hic,quac regio, quae mundi plaga? *
Çi derya ne çi perav in çi zinarên gewr in, çi dorge ne
Çi av e prûvayê dadilêse
Xweşbêhna kajê, boqije di nava mijê re dixwîne
Çi hêma ne vedigerin
Lê keça minê
Ewên qîlê sê tûj dikin,dikin qesta
Mirinê
Ewên bi semyana şalûlê diçirûsin,dikin qesta
Mirinê
Ewên di tewlaya xweşhaliyê de rûdinên,dikin qesta
Mirinê
Ewên jana mestbûna ajalan dikişînin,dikin qesta
Mirinê
Dibin derew,bi bayekî biçûk dibin
Bi hilmeke kajê,û mija darisdtanstranê
Bi vê nermiyê heliya di cî de
Ev çi rû ye, kêmtir zelal û zelaltir
Rehjena di mil de, kêmtir xurt û xurttir-
Hatiye dayîn,an deynî ne? ji stêrkan dûrtir û nêzÎktir ji çav
Kurepist û tîqetîqa biçûk di navbera pelan û piyên lezgîn
Di xewê de,ciyê ku av giş digihên hev.
Mîzana derizî bi qeşayê,terk li boyaxê ket bi germê
Min ev çêkir, min jî bîr kir
Û te bîra min.
Armatûr jar, branda riziyayî
Di navbera pûşperekê û rezbereke din de
Min pêk anî bê hemdê xwe,nîv hişber,nenas,xweserî min.
Av di mazmazkê re dinizile, pêwist e derz bên sazkirin.
Ev kêrsim,ev rû,ev jîn
Dijî ji bo ku bijî li dinyayeke demî ya ji min wê de; rê bide min
Berdim jîna xwe ji bo vê jînê,peyvên min in
ji bo ya ku nayê peyivîn
Hişyarbûyî, lêv ji hev, hêvî, keştiyên nû.
Çi derya ne çi perav in çi dorgeyên granît in
diniçînin parxanên min
Boquje di nava mijê re digaze
Keça min..
t.s.eliot
* kî der e ev der, çi welat e, kîjan hêrama dinyayê ye?"
|