Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
nymphomaniac

nymphomaniac

1. fîlma vê taliyê ya lars von trier e.. bi qasê ku ji navê xwe jî diyar e fîlmeke zêde sansasyonel e.. di sala 2013an de li danîmarkayê ketiye di vîzyonê de îsal yanî di sala 2014an de wê li tirkiye û li bakurê kurdistanê jî hatibûya nîşandan lê lijneyekî ku navê wê nizanim hate qedexekirin.. fîlm ji du beşan pêk tê.. di fîlmê de aktrîst û aktorên meşhûr yên wekî charlotte gainsbourg, stellan skarsgård, stacy martin, martin solibakke, shia labeouf, jamie bell, christian slater û connie nielsen dileyîzin, uma thurman jî bi qasê ku min ji hirde û wêde xwendiye di beşeke biçûk ya fîlmê de cih digire.. imdbyê cure û çeşnê fîlmê wek drama amaje pê kiriye -mala xwudê ava ku min ev mîrata amajepêkirinê jî di nav hevokekî de bi kar anî- fîlma ewil 7,4 û ya didoyê jî 7.1 puan standiye ji bikarhênerên malpera imdbyê..

di fîlmê de çîrok û serpêhatiya jineke bi navê Joeyê (Charlotte Gainsbourg) ya ji jidayikbûnê heta pêncî salî li dora jiyana wê ya seksê tê vegotin.. min bi xwe darî fîlmê nekiriye, ji bo xizmeta xelkê ev zanyariyên min li vir nivîsîn jî min ji hirde û wêde berhevkirin.. niha min sîparîşa fîlmê da lînkeka torrenta tiberik xwudê hez bike nîv saetekî din çawa fîlm hat û li ber destê min peya û peyda bû ez ê darî bikim û fikr û nêrînênx we yên di derheqê fîlmê de bi we nivîskar û xwendevanên tirşikê re parve bikim..

navê fîlmê li tirkî wek itiraf hatiye wergerandin lê di rastiya xwe de nymphomaniac navê nexweşî û nerihetiyeka jinan e, ji bo jinên agirpêktî yanî jinên ku dikin û nakin ji mêran û mêrîtiyê têr nabin,miriyê seksê ne tê gotin.. li kurdî mirov naveke çawa lê bike, min kir û nekir ez bi ser ve nebûm.. derpêsist heye lê derpêsist li gorî nymphomaniacan (nîmfomeniyak) bi heft avan şûştî tên hesabê..



(bnr: kurdiya nymphomaniacê)



11.04.2014 21:57 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» nymphomaniac

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî