Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
wateya jiyanê

wateya jiyanê

1. piştî ku min îro xwe Wekî meursaultê lehengê romana biyanî ya albertê camuso yê parîsî hîs kir, min careke din ji jiyanê wateya wê vepirsî. gelo çi bû pirsgirêk? KÊ EV MUŞKUL AVÊTIBÛ HOLÊ? kî bû çareserkerê vê gelemşê? êdî tu ferqa spî ji reş û ya şîn ji kesk nemabû li ber çavê min. em kî bûn? ÇI BÛN? KÊ EM AVÊTIBÛN VÊ ÇOL Û BIYABANA ALEM Û GERDÛNÊ? WEKÎ HERGAVÎ DÎSA DI REWŞEKE WILO DE ŞEYTAN XWE XEMILLAND Û BI HEZAR DEK Û DOLAB Û DEHFIKAN BI FIKRA NEYINA XWEDÊ BER BI MIN VE KIŞIYA ji hêla min a rastê ve. go tu çi difikirî? TU JÎ DIBÎNÎ KU XWEDA TUNE. go binêr herkes çiqas şad û bextewer e, ên ku diçin karên xwe, ên ku diçin ba delaliyên xwe, ên ku ber bi mebest û armancên xwe ve diçin. go binêr herkes peywir û wezîfeya xwe dike, çivîk difirin, av dixuşin, ba divizin, însan tên û diçin, dem diherike, tu jî li kêfa xwe mêze bike dev ji fikr û mikrê heyîna xweda berde. go ew e, û jiyan ev e û wê biqede. piştî van gotinên şeytan bi rastî min jî resm û wêneyê alemê hinekî din nêzikê xwe anî û min bi çavên serên xwe li wêne mêze kir. wî! min dît ku gotina şeytan qismen rast e. zeman diherike û nema kes heye ku bi vê muşkulê re mijûl bibe û herkes berî ku tune bibe divê lezzetek ji jiyana xwe bistanda. lê gava ku min wêneyê alemê hinekî ji xwe dûr da veca min xweştir çêtir û her derê wêne dît. min dît ku li gor gotina şeytan em ji neyînek tên û diçin neyîneke din. yanî di nava du neyînan de heyînek! PAŞIYA MIN NEYÎN PÊŞIYA MIN NEYÎN LÊ EV HEYÎN ÇI BÛ? MA ÎŞÊ HENEKAN BÛ KU EZ VÊ MESELEYÊ PIŞT GUH BIKIM. yanî bi kurt û kurmancî bi fikra neyîna xwedê paşiya me jî tarî dibe û pêşiya me jî, û weke evdalên mehkûmê maddeyê ber bi neyînê ve diherikin yanî jiyan û alem bi temamî bêwate dibe, dibe weke giyayeke hişkelokî û pênc pere nake. pey re min naleta xwe û we li şeytan anî û min ew qewitand. ma ne, ji xwe ew qewitandî bû? û ez bi fikra heyîna xwedê fikirîm hingê hertişt ronî bû wekî mirov pê li bişkoka elektrîkê bike û oda mirov ronî bibe. eynî wilo. hingê paşiya min ronî, pêşiya min ronî... hertişt biwate bû. hertiştî wateyek bi qedr û qîmet bi dest xist. bi vî awê hertişt bû alîkarê hev, hertişt bû destbirakê hev. bi ya min ev bû wateya jiyanê! EV BÛ YA KU JIYANÊ DIKIR BI qedr û qîmet. yanî hebûna xwedê...

edît : ev nivîs êdî nêrîna min a îroyîn îfade nake lê wekî îbretî alem bila li vir daleqandî be*
Edît 1: ez êdî ji tu olî bawer nakim
edît 2: ez êdî ji xwedê jî bawer nakim
Edît 2: xwedê mir
Edît 3: îca jiyana min biwate bû



15.04.2014 01:13 ~2017.01.15 02:06 | ceso

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» wateya nicknameên tirşikvanan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî