1. di 10'ê Tîrmeha 1971'an de li Auteulê ji dayîk bû. yekemîn krîza astimê ya ku dê tesîrê li seranserê 'emrê wî bike, di 1881'an de lê hat. Di 1890'î de ket Fakulteya Hiqûqê û dibistana Siyasetnasiyê. Di heman salê de Maupassant nas kir. Li gel hevalên xwe weşanên le banquet ava kir; di vira de rexneyên wêjeyî da weşandin. Di 1893'an de teksteke ku dê bûbûya pêşnûmaya evîneke swannê nivîsî. Di 1894'an de bûyera dreyfusê rû da. marcel proust li gel bavê xwe li rexê dreyfusparêzan bûn. Di 1895'an de dîplomaya xwe ya lîsansa felsefeyê wergirt. Di 1898'an de bûyera dreyfusê geştir bû. Di heman salê de nameya emile zola ya bi navê "j'accuse" di rojnameya l'auroreyê de derçû. Proust di sala 1908'an de dest bi romana xwe ya giranbuha ya À la recherche du temps perduê kir. Di 1914'an de romana xwe ya le côté de guermantes (li layê guermantesan) amadeyî weşanxaneya grassetê kir. Di 30'yê Çiriya Paşîn ya 1918'an de À l'ombre des jeunes filles en fleurs (li ber siya keçikên xama) derçû. ev kitêb di 10'ê kanûna pêşîn ya 1919'an de xelata goncourtê wergirt. Di 30'yê nîsana 1921'an de li layê guermantesan ii û sodom û gomorra derçû. Proust di heman salê de destnivîsên sodom û gomorra ii û sodom û gomorra iii radestî weşanxaneya gallimardê kir. Di 1922'yan de mehpûs û albertine wenda ye (sodom û gomorra iii) li daktîloyê xistin. Proust di serê meha çiriya pêşîn de tûşî krîza bronşîdê bû û paşê ev lê bû zatûre. Marcel Proust di 18'ê çiriya paşîn ya 1922'an de çû ser dilovaniya xwe. |
|
17.07.2013 15:02 |
înano lo
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |
|
renas kaya [1] |
|
keloş [1] |
|
keloş [2] |