3. peyva ku bi piranî ji bo kesên bêkar û betal tê bikar anîn.. carinan li gorî kêfa dilan mirov sosên wek dev û serê jî li peyvê zêde dikin.. dema peyv dibe serberedayî wate jê kesên aqil avêjtîn an ne li gorî nirxên nomînal ya civaka ku di nav de ne difikirin û bîr dibin e.. dema peyv dibe devberedayî jî wate jê kesên ku zimanê wan zêde nerm û girover û hilûs û xişok e bi herkesî ve dide an li her tiştekî digere û bi her derekî ve dirêj dibe.. muhtemelen ji herdu peyvên ber û dayînê çêbûyîye.. li gorî peyvên ku jê çêbûyîn mirov dikare du wateyên hinekî ji hev û din cuda lêbixe.. ya yekê beredayî an berdayî yanî kes an tişta ku pêşî an rê li ber vekirî.. û ya duyê jî berdayî yanî kesên kesê ku berra tiştekî dayî an pê tiştekî ketî.. li herêma torê wekê gelek tîp û kiteyan tîpa ryê ya di nav peyvê de hinekî hişk û req û şidyayî tê gotin û peyv wek (vbnr: berredayî tê bilêvkirin.. |
|
18.07.2013 12:17 |
endazer
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |