Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 28 peyam
leyla îşxan

leyla îşxan

2. Leyla Îşxan eslê xwe ji malbatek kurd/êzidî tê û eslê vê malbatê jî digihê Bazid'a navçeya Agiriyê...malbata wê piştî buyerên 1912'an tevî refên reayên osmaniyan koçî rusyayê dikin û li herêma elegezê a ermenîstanê bicih dibin...herêma elegezê dikeve li pişt çiyayê agiriyê,ji %95 gelheya vê herêmê kurd e û navenda beşa dengê elegezê a radyoya erîvanê ye...leyla îşxan li vê herêmê cavê xwe li dinyayê vedikê... malbata wê niha li gurcîstan û moskow'ê jîyana xwe didomînin...



Dengbêjiya ku di çanda kurdî de cihek gelek girîng digirê li vê herêmê û li herêma serhedê gellek xurt û bihêz e...kurdên êzidî yên li vê herêmê dijîyin çand û kevneşopên xwe baş parastine û xizmetên gellek hêja li çanda kurdî zêde kirin e....leyla îşxan li vê herêmê bi kilam û awazên dengbêjên wekê şakiro,karapetê xaço,meryem xan,şeroyê biro mezin bûye...



Leyla Îşxan a xwediyê dengê zîz û zelal mûzîka kurd a otantîk bi şêweya muzîka klasîk a roavayê rave kiriye...demekî li gel xuşka xwe nazê a pîyanojen tevlî hin bernameyên roj tv'yê dibû...bi rengê dengê xwe û teşeya xwe hunermendek tama dengbêjekî deye.... dengê wê dengê dengbêjên berê yên jin tînê bîra guhdarên xwe...dengek şîfonî,hilû û hestîyar...



Tu albûmên orjînal ên leyla îşxanê tunînin lê kesên dixwazin dikarin li malperên mp3'an nêzî 5-6 stranên ji bernameyên roj tv'yê hatîn tomar kirin peyda bikin...nemaze strana bi navê were dotmam - ayşe şanê jî ev stran xwendibû- û wey malîno li hemû kesên ji muzîkê fêm dikin pend dibe...dawiya dawî em dikarin bibêjin ku leyla îşxan çendî li pîyasê peyda nebe jî yek ji xweştirîn stranbêjên deng xweş a kilam û stranên kurdî ye...



02.05.2014 14:52 | bijîmillah

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
wedat aydin [1]
Yekem kesê bi kurdî keniya ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» leyla fîgaro

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî