Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
enemy

enemy

1. Ev ji kengî de bû min fîlmeke ku dikute mejiyê mirov temaşe nekiribû. Piştî min ev fîlma temaşe kir ez têgihiştim vê encamê: Divê mirov carinan li fîlmên wisa temaşe bike kî benê di nava xwe û sînemayê de tundtir bike û bixwaze zêdetir li fîlman temaşe bike. Ger mirov liqayî fîlmeke ku zêde jê nayê fêhm kirin, bê, wê here li ser fîlmê hinek lêkolîn bike û bi vî hawî wê xweberê têkeve nav sînemayê.. Min ji tecrubeyê xwe û nêrînên derdora xwe vê yekê fêhm kir. Ka çiqasî rast e ez wê nizanim lê divê rast be..

Fîlm ji temaşevanan re weke kêliyekê tê. Yanê mirov fêhm nake bê çawa fîlm dest pê dike û çawa diqede. Ji ber ku di her kêlîkê fîlmê de rageşî heye temaşevan dikeve nava mijarê û bi karakterên fîlmê re li ser pirsgirêkan difikire, dixwaze çareseriyekê bibîne. Yanê wel hasil-î kelam fîlm xweş e û pêşniyarî her kesî dikim..

Ewil mijara vebêjim. Bi kurtasi wisa ye: 'mamosteyekî dîrokê yê zaningehê rojekê li fîlmekê temaşe dike û di fîlmê de mêrikekî dişibe xwe dibîne û li ser vî mêrikî hinek lêkolîn dike. Dûvre navnîşana mêrik dibîne û bi mêrik re dikeve têkiliyê. Piştî ku dibîne her tiştê wî û yê mêrik eynî ye, dikeve fikirînek kûr.. piştî vê bûyer mûyer her tişt diqewimin..'

Êdî ez werim li ser tişta ku di fîlmê de tê qal kirin an jî fîlm çi ji me re vedibêje an jî di fîlmê de çi dibe.. Dema min fîlmê qedand ez li ser du îxtîmalan sekinîm. Ya yekê: 'lehengê me li rastî kesayetiya xwe ya din tê û bi wê re têdikoşe..' Ya duda jî ev e ku di fîlmê de hêzên nesirûştî wî mêrikî tînin li hemberî lehengê me û dixwazin çend peyaman ji wî re bêje'. Em nikarin bêjin bê ka kîjan îxtîmal ya misoger e lewra di fîlmê de zêde tişt tune ne ku mirov mijarê fêhm bike.. Lê tabî ixtîmala ewil bêtir bimantiq e. Ezê jî li ser wê herim. (Hişyarî: Piştî vir, heya cihekî spoiler e) Di serê fîlmê de em hêwanek mezin û tarî dibînin. Di vê hêwanê de jinek diwelide û piştî vê jinek din tê û pêlî pîrêyekê dike. Di dawiya fîlmê de jî ew jina bi himil dibe pirêyek mezin. Em ji vê yekê dikarin vê encamê derxin: 'ev jina bihimil ji aliyê jineke din tê eciqîn û di dawiyê de jî pir mezin dibe ku ji aliyê tu jinên din neyê eciqîn. Îcar em werin li ser bûyerên di fîlmê de: di fîlmê lehengê me yê rasteqîn* bi jinekê re derdikeve û kesayeta duyemîn jî bi vê jina bihimil re zewiciye. Yanê lehengê me jina xwe dixapîne û bi jinek din re derdikeve... Di ew sehneya ku kesayetê ewil û jina bihimil bi hev re radikeve jinik ji wî re dibêje "dibistan çawa derbas bû?" Ji vê pirsê jî em dikarin fêhm bikin ku herdu mêrik heman kes in.(dawiya hişyariyê)'

Bi kurtasî sehneya kilît ew sehneya di serê fîlm de ye ku di hêwanek tarî de dibihure.

Performansa Jake Gyllenhaal dîsa pir başbû. Du kesayetên cuda xweş lîstibû. Ez ji vira silavekê ji wî re dişînim *



-- Fîlm di sala 2013an de hatiye kişandin.

-- Derhênerê wê denis villeneuve e.



---> http://tinyurl.com/nsvho52



06.05.2014 15:22 | mergehez

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» enemy at the gates

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî