Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
reşê şevê

reşê şevê

1. bûyera ku li dû şeş mehan hama bêje hefteyek e min ji xewê hildifirîne

dema mariv dikeve xewê beriya ku razê -hê razayî nîn e- di dema renê de tê dîtin. sedema dîtina karabasanê çi ye ez jî baş nizanim min hinek lêkoland lê min zanîneke baş bi dest nexist min berê xwe da gotarên norologan lê ew jî tiştekî teqez negotin li gor şêxan û li gor heyema skolastîkê, cîn tên şûna mariv, mariva zeft dikin, xwe li marivan dipêçînin bi qasî 5 deqe..

di navbera me de gelek bijîşk hene bi xwedê êdî ji tirsa wê naxwazin razêm her şev her şev li min tên xezeb û tofanê îşev nîv saet berê ketim nava cih 20 deqe jê derbas nebû dîsa hatin min ew dîtin (ez şîzofren nîn im)

a yekem ji ber çi tê dîtin?

a duyem derman û çare çi ye?



nott; biskek berê eyn wisa qewimî; min dît ku di gohên min de hê jî berguhk hene û stranekî kurdî lêdide-lê cara yekem e ku ez dibihîzim- min jî got halla halla gelo ev stran li ba min tunebû çawa derket falan? û min xwest ku destê xwe dirêjî telefona xwe bikim û binêrim bê ka kî dibêje lê dikim nakim nikarim rahêjim, têgihîştim ku ne xewn e û ne jî rast e, dîsa karabasan e neyse piştre sê zilamên bi cil û bergên ereban li xwe kirî hatin li ber deriyê min sekinîn ji tirsa mirim. hin tişt ji hev re qal kirin û piştre yeko yeko li dû hev nêzîkê min bûn diqîjim naqîjim kes nayê yaw hêdî hêdî hatim li ser xwe min piçek laş û bedena xwe livandin û ji nişka ve rabûm..

not; li gor zanînên min ên ku bû şeş meh e ji norologan lêdikolim, tu dema dikevî xewê tê dîtin ango laşê te raketiye lê mejî yanî hêşê te şiyar e û bi tenê hêş dikare hukmê çavan bike ji xeynî çav û mêjî temamî laş ber bi xewê de ye cara ewil min 6 meh berê dît lê tirsiyam bi kesê/î bêjim min got niha dê bêjin dîn bûye hêş xwariye min paşê hêdî hêdî ji yên derûdora xwe re qal kir. cardî dibêjim karabasan xewn nîn e tu şiyar î lê laş raketiye



31.05.2014 02:30 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» reşê çê
» şevên înê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî