1. belê hevalno û hogirno û hewalan û hevrêno!
mixabin ji bo dewrûdaÎmeka birêkûpêk ya fikr û nêrîn û zanîn û ezmûnên derheqê her mijareka di trişikê de vebûyî hem hejmara nivîskaran hem jî hejmara nivîskarên anktîv anku nivîskarên dinivîsin gelekî kêm û hindik in.. ji îro pê de divê herkes ji bo zêdekirin û gihiştina armanca 1000 nivîskarên nû ji bo tirşikê gazî hevalên xwe bike û eger Îcab bike divê ji çembilên hevalên xwe re bigire û ji dêrisa facebook û twitterê bikişÎne û bîne tirşikê..
çima tirşik? anku tirşik wê bi kêrî çi bê?
ez nimûneyeke j xwe bidim.. îro min xwest ku derheqê hunermenda kurd hanî de ji bo arşÎveka şexsî agahî û malûmtan berhev bikim.. lê li ser înternetê ji bilÎ çend forumên bi îngîlîzî ku tiştên di wan foruman de jî bes kurtepistên pîrekên li ber dora tenûrê bûn bi ser tiştekî ve nebûm.. rabûm ji ji hevalên başûr min çend agahiyên basît bidest xsitin û û av agahiyên min bidest xistîn jî di tirşikê de di bin mijara (bnr: hanî)yê de min tomar kir.. siba dusiba eger canik û camêrek vê xanima dengxweş mereq bike û bixwaze derheqê haniyê de bibe xudan agahÎ wê bi hêsanî bikaribe xwe bigihîne peyama ku min di bin mijara haniyê de nivîsî û peyamên din ku xwudê hez bike wê di siberojê de bên nivîsîn..
yanÎ eger em bikaribin û baş bişixulin em dikarin tişrikê bikin database an databanka kurdî û kurdistanê.. û herkesekê ku dixwaze derheqê kurdî û kurdistanê de tiştinan fêr bibe an fêm bike wê bihêsanî bikaribe ji databnk û înformasyonên tê de sûd û mifayeê werbigire..
|