43. nivîskarê ku têra xwe pirtûk xwendiye bila tu kes meraq neke û herdû pirtûkên hatî behsê kirin jî nexwendiye.
ji siyasetê fêm kirin li gor kîjan esasê tê diyar kirin min wê fêm nekir. yê ku aligirê pkkê be, ji siyasetê fêm nake, yê ku dijber û dijminê pkkê be ji siyasetê fêm dike an ? an jî, yên ku wek min in ji siyasetê fêm dikin, yên ne wek min in ji siyasetê fêm nakin. eferim ..
tişta ez herî jê nefret dikim ew e ku, herkesê ku dema 2-3 rexneyan li pkkê dike xwe weke rewşenbîrekî kurd dibîne. dema yekî bê û bersiva wan bide jî, zora wan diçe, wan bi nezanînê tewanbar dike felan. yanê hûn çi gû ne, we çi rexne li çi aniye ku hûn zane bûne, em nezan mane ?
gotina nezanînê zora min naçe, elbet tiştên ku ez nizanim jî hene û meseleyên ez tê de ne bes im, ne zane me jî hene. ji ber van meseleyan yekî dikare were bêje tu nezanî felan. lê wê demê mirov yê li hemberê xwe û şîrove û gotinên wî ên di heman meseleyê de dinêre. şîroveyên ku ji ên medyayê tirkan ne baştir û ne rasttir derdikevin pêşberî mirov.
neyse, hê gelek gotinên min hene lê naxwazim dirêj bikim. ne ew qas giring e.
(bnr: ez bersiva te nadim, here 5 pirtûk din jî bixwîne paşê)
(bnr: pir nezan î, xwezî tu bimira)
(bnr: rewşenbîriya ku bi dijminatiya pkkê tê)
(bnr: ez ji herkesî cûda me, ez wek herkesî nafikirim)
|