14. koma ku li ber çavên min reş bûye. lewra ji rûyê wan hesabeke min ê 8 salî yê youtube-ê hate girtin. hesabê min xwediyê 2 hezar aboneyan bû nêzî 100 vîdyo tê hebû. heke ku min vîdyoyeke wan an jî straneke wan li hesabê xwe zêde kiriba min ê bigota 'bila canê wan sax be!' lê na! raperîn xanim çûye strana wan ê bi navê "derew e" stiriye min jî dîmenên konserê ya raperîn li hesabê xwe bar kiriye û lê weşandiye. Siya şevê jî nizanim ji bo çi bi henceta "binpêkirina telîfê" giliya min kirine û bûne sedema asêbûna hesabê min. heyran heke ku derdeke we bi raperîn re hebe herin pê re biaxivin ma çima serê min diêşînin.heke binpêkirineke telîfê hebe yê ku ked û taba we binpêkirî ne ez im heyrana siya we û şeva we. heyfa min nayê li wê heyfê, heyfa min tê li wê heyfê ku heman vîdyo ji aliyê bi dehan kesan ve li youtube-ê hatiye barkirin Û niha jî di weşanê de ne, lê çima ez?! |
|
22.06.2014 00:34 |
oxir
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |