Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
feqiyê teyran

feqiyê teyran

10. çend çarîn ji helbesta wî ya bi navê ey av û av



ey av û av ey av û av

ma tu bi 'işq û muhbetê

mewc û pêlan tavêy belav

bê sekne û bê rehetê



bê rehet û bê sekne yî

yan 'aşıqê baxwe xwe yî

yan şubhetê qelbê me yî

ji işqa kê natebitê



ji işqa kê her têy û têy

heta kengê her bêy û bêy

bo min bi bêj heyranê kêy

da ez bizanim qissetê



da ez bizanim vê surrê

ji hindekê heta purrê

ji me'neya vê gutgurrê

ji kê ra dikî vê ta'etê



ta'et dikî bê pa û dev

çendî dikî çûna li hev

dengê te tê bi roj û şev

zikrê dikî bi haletê



ji kê ra dikî zikrî bi hal

qet guşguşa nakî betal

şubhetê min rehtê êmal

şevan û rojan xew netê



şevan û rojan bêxew î

ji muhbeta kê ditewî

şevtariyan qet nahewî

tu j'emrê kê ve lez ketê



tu j'emrê kê her têy bi bez

sewdaserî şubhetê ez

j'kê ra dikî çûna bi lez

vê serqutan û xulmetê



(...)



feqiyê teyran



24.06.2014 13:37 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene