Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ez ê yekî bikujim

ez ê yekî bikujim

12. berhemek hêjayî xwendinê ye. min duh destpê kir û îro jî qedand. niha li nobetê me, lê ji ber vê romanê min dev ji kar û bar berda û vêga xelas kir. yanî pirtûk xwe baş dide xwendin.

zimanê pirtûkê weke li jor jî hatiye gotin, sivik û herikbar e. senaryo jî ne xerab e ji ber vê yekê ye ku mirov hema zû dixwaze xwe bigihîne rûpela 152yemîn.



bi qasê min ji pirtûkê fêhm kir, bajarê ku bûyer lê diqewimîn yanî ew "ev bajarê ku ez demekê li dû rizgarkirina wê bûm" amed e. ji ber ku behsa navê wê kevin/nû tê kirin.

her wiha, bûna navenda goçan û hebûna dikanên cîgerfiroş, dizehên ku bi çavê rojê dibin, avahiyên galeriya û otela dedeman vê yekê baş kifş dikin.



weke jor jî hatiye nivîsandin, pirtûk ji 2 beşan pêk tê. her bej ji devê lehengeke din tê vegotin. min hêvî dikir ku dema derbasî beşa duyemîn bibim, bi guherîna peyvan û şêweya hevok û vegotinê nivîskar li min bide hîskirin ku bi rastî jî yê ku çîrokê dibêje guheriye. lê ne wisa bû, ger wisa bûya wê ji bo berhemê serkeftinek bûya lê nebûna wê jî ne kêmasiyek e.



pirtûk ne propaganda an jî reşkirina tu rêxistinan e. behsa lehengiya şoreşgeran nake, serkeftin an jî binketina wan jî rexne nake. tenê hinek karakterên têkçûyî û wendakirî yên vê çîrokê, radixe ber çavên me û me ji dinyayê sar dike.



çîroka serlehengê me yê mêrkuj ne seyr û nedîtî ye. berevajî, gelek berbilav e jî. lê çîroka dîana'ya reben gelek resen e, dilê mirov diguvişe û bernade. wisa bawer nakim ku bi cewherî, bi çaveke oryantalîst li meseleyan nêriye. nêrîna wî him ji navendê him jî ji derve ye. lê tabî zêdetir ji navendê ye.



----- spoiler ----



welê xuya dike ku ez ê 3-4 rojan derbarê dîanayê de bifikirim. ji ber ku bi rastî morala min xerab kir. em ne li fezayê mezin bûne, tabî em gelek êşên vî şerê qirêj dizanin. lê dev ji hebûna bûyerek wisa berdin, îhtîmala hebûna bûyerek wisa jî ji bo min bes e ku bikevim dojeya dîanayê.

di xwedina pirtûkê de her tim ev hat bîra min: çawa dibe ku dîana li vî bajarê ku navend û keleha rêxistinê ye, nikare xwe bigihîne "heval"an xwe xelas bike. ji ber ku di salên 80î û 90î de jî, niha jî hêza gelê kurd qet ne ewqas lawaz bû ku bikare şoreşgereke xwe bi vî awayî bihêle di destê neyaran de. hê berî çend mehan li mekteba ku di hilbijartinê de min dengê xwe lê bi kar anî de, hevalan polîsan dan ber kulman û jineke ku ji aliyê polîsan ve dihat lêgerîn û li ser sindoqan hatibû girtin,ji destê polîsan rizgar kirin û birin. yanî ger dîanayê tenê çaveke xwe jî li saziyên xwe re biqusanda, wê an darek xistibûyan qûna wan pêzewangan an jî wê bi hev re bihatan kuştin.



di romanê de çend xalan jî bala min kişandin;



- serbazê leşkeran ku cara ewil wî dîanayê dîl girtibû, ji hemû karekterên din yên çîrokê baştir û dilnermtir derket. û ez bawer im rastiyê de jî wisa ye. yê ku tirk e tê rehmê lê ew kurdên ku qoricitiyê dikin ji hemû dijminên rastîn û esas hovtir, wehştir û cehştir in. nizanim çima lê vêga mehmet metiner hat bîra min. xwedê xêr bike.

- navê qiriciyê bênamûs "satılmış" bû. (navek bi tirkî yê popûler e ku wateya "firotî" ye) ez bawer im nivîskar vî navê bi zanebûn û qestî bi kar abiye. nexwe bila ji wan kesan çi navî hilbijêra ku ji bo çend qûrîşan dibin dijminê gelê xwe û kujerên keç û xortên gelê xwe?

- pirtûkê de nivîskar ji xeynî gotina ku dîana eslê xwe ji mûşê ye, navê tu deveran nade. nizanim gelo ji bertekan tirsiyaye an ji ber tiştekî din e?

- di meseleya birakujiya pêşmerge û hevalan de jî min tevgerên nivîskar hinekî beredayî dît. ne hewce bû ku bi çavê me re bike ku ji her du aliyan jî hinek li dijî vê şerê bûn lê hinek jî ji dil şer û dijminatiyê dikirin û hwd. ev tevger dişibin tevgerên mahsun kırmızıgül.



ji destpêka pirtûkê ve, zilamê me digot xewnên min xelet dernakevin û ez ê yekî bikujim. lê mixabin wisa nebû wê rojê nekarî tu kesî bikuje. heta yekê ji mirinê xelas kir û ew xwe jî hindik mabû bimire. vêca nizanim çima dema ku çû malê, diya xwe ya reben nekuşt.

ji xwe ew ji min re bû dert. jixwe ji ber fikr û tevgerên zilamê me yên li hemberî diya xwe ez aciz kirim, serde jî nivîskarê me cewherî jî qet mafê gotinekê neda jinika reben û wisa hat jibîrkirin û çû.



zilam her û her got ez ê yekê bikujim û dawiyê de jî kuşt. digot wê yekî bikuje ne hinekan, loma em dizanin ku nivîskarê me nehat kuştin û îhtîmalek mezin çû derbarê bûyeran de pirtûkek jî nivîsand.



vê pirtûkê nizanim çima lê fîlma ta'm e guilassê anî bîra min. li wir zilamek ji bo ku dema xwe kuşt veşêre, li kujerek digeriya. li vir jî zilam ji bo kuştinê li qurbanek digere. li wir zilam ji bo vî daxwaza xwe nedikariya bi hêsanî kesekî bibîne, lê dema ku erebeya w diket xendekekî de bêyî daxwazkirin û lêgerînê, alîkariya pêwist wî didît û dihat. di romana me de jî, zilamê me ji bo kuştinê dike nake kesek li gorî kêfa xwe nabîne lê diçe rastî zarokek muhtacî xelasbûnê tê û wî ji mirinê difelitîne û hwd. belkî zêde neşibin hev jî lê fîlmê anî bîra min ...



----- spoiler ----



29.06.2014 17:55 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene