1. ew nimêj e ku piştî banga melayê siharê tê kirin.. pêşiyê du rik'et sinet û pê re jî du rik'et ferza nimêja sibehê tê kirin.. awayê kirina nimêja sibehê ya şafiîyan li gorî ya henîfiyan biçekî ferq dike.. li gorî mezheba şafiîyan di rik'eta pêşîn ya ferza nimêja sibehê de duaya îftîtahê (wecehtû wechiye lezî federe ssemewatî..) tê xwendin.. dîsa di rik'eta didoyê de piştî ku nimêjker fatha xwe dixwîne û sureyekî jî bi ser de dike, diçe riku'ê û pê re jî radibe, hê neçûyî ser sicdê, yanî çawa ji riku'ê radibe, pişta xwe rast dike wekê ku dua bike herdu destê xwe vedike, dibêje ''rebbena welek'l hemd'' û pê re jî duaya ellahummehdînî (ellahummehdÎnî fî men e'deyt..) dixwîne.. di vê vîdeoyê de xweyîxêr û xwudêjêrazîyekî bi awayeke rast û durist kirina nimêja sibehê destnîşan dike; http://www.youtube.com/watch?v=IhOqgMC4q0c |
|
30.06.2014 03:43 |
endazer
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |