Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 28 peyam
berbang jî şahid e

berbang jî şahid e

3. sêyemîn pirtûka amed çeko jiyan e. îsal yanî di sala 2014an de derketiye. pirtûk ji 73 rûpelan pêk hatiye. pirtûk ji gelek beşan pêk tê lê eslê xwe de her yek ji van beşan, parçeyên çîrokekê ye.

bi dehan çîrokên kurt deam digihin hev, di dawiya pirtûkê de dîmenek/sahneyek li ber çavên mirov pêk tîne. bi saya vê teknîka nivîskar, mirov dawiya pirtûkê de cihê bûyerê û atmosfera hawirdorr baş hîs dike.

feydeyeke vê teknîkê wisa çêbxwye yanî.

lê ji aliyê din ve ji ber ku ev kurteçîrokên di çîrokê de zêde zêde kurt in, mirov nikare tam ji van kurteçîrokan bistîne.



min pirtûkên din yên çeko nexwendine. di sala 2010an de pirtûka wî ya bi navê varjabed derketiye ku ew jî kurteçîrokek e. yanî piştî kurteçîrokan, cara ewil pirtûka çîrokan weşandiye. ji ber bê yekê dikarim bibêjim ku destpêkek xweş kiriye.



ji ber ku nivîskarê pirtûkê jixwe edîtorê berê (û yê nû?) yê azadiya welat e, hevoksaziya wî têra xwe baş e. lê carina ji ber ku hevok gelek dirêj in û beredayî li hev hatine zêdekirin, fêhmkirina wê zehmet dibe. tiştek din jî ku fêmhkirinê zehmet dike ew ku nivîskar di hevokên xwe de carina gihaneka "ku" kêm bi kar aniye. di zimanê axaftinê de ez jî zêde bi kar naynim, lê di zimanê nivîskê de mixabin dema ev gihanek kêm were bikaranîn, fêhmkirina hevokan carina dibe îşkence.

bi ya min amed çeko jiyan hinekî bala xwe bide vê xalê, wê xwendina pirtxwkên wî hê xweştir be.



01.07.2014 22:06 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
wedat aydin [1]
Yekem kesê bi kurdî keniya ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» berbang jî şahid e
» jîrfon
» şahidên yehowa

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî