59. nivîskar, wergêr û helbeskarekî kurd e ji herêma serhedê ye bi bayê çiyayê agiriyê ji şîr vebûye, piştre jî teşqeleya stenbolê tehmijandiye niha jî li amedê dijî, bi edebiyatê re bi awayekî çalak mijûl e, gelek serê xwe diêşîne, bi qewlê wî di rojê de 15 saet bi wergeran re radibe vê taliyê jî bi wergera ulyssesê re dinê ji xwe re kiriye jehr, tê gotin ku ji aliyê têgihiştinê ve dijwartirîn romana cîhanê ye, ez jî gelek meraq dikim dê çawa û di nava çend salan de xelas bike, di tirkî de jî bi tenÊ zilamekî wergerandiye ji xeynî wî hê kesek destê xwe nepelandiye.. |
|
24.08.2014 00:35 |
ferhenga şikestî
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |