Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
apê min cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir

apê min cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir

4. Gelo pirtûkek tenê bi saya navê xwe dikare xwînerên xwe dawetî xwendina xwe bike? Pirtûkek dikarê tenê bi navê xwe balê bikişîne ser xwe? Bandora navê pirtûkê lî ser xwîneran heye an na? Em dikarin bersivên van hemû pirsan bi pirtûka Bextiyar Elî ya ‘Apê min Cemşîd xan ku her tim bê ew li xwe dibir’ bi erênî bidin. Pirtûk bi navê xwe yê balkêş ve xwîneran vedixwîne govenda xwe ya xwendinê. Bi navê xwe yê dirêj û balkêş xwîneran dihêlê di nava mereqê de. Ji bo telafîkirana vê mereqê jî çareya tekane destpêka xwendina pirtûkê ye. Me jî bi vî awayî dest xwendina pirtûkê kir.







Pirtûka Bextiyar Elî ya bi navê ‘Apê min Cemşîd xan ku her tim bê ew li xwe dibir’ romana wî ya dawî ye. Pirtûk di sala 2010’an de hatiye çapkirin. Di sala 2012’an de jî wergera wê ya ji bo kurmancî hatiye kirin. Pirtûk ji heft beşan pêk tê: “Bi Cemşîd re li meydanên şer”, “Xefgehên Baranok”, “Vegera li bajêr”, “Cemşîd xan û Xwedê”, “Rêwîtiyên Cemşîd xan”, “Ajansa Cemşîd xan”, “Dawiya Cemşîd xan”.







Em di vê pirtûkê de bi vegotina Salar xan dibin guhdarê jiyana apê wî Cemşîd xan. Apê wî Cemşîd di 1979’an de ji ber tawanbariya komunîstiyê dikeve girtîgehê. Piştî îşkence û birçîtiyê lawaz dibe. Dema wî dibin ber deriyê zindanê bayekî xurt ewî li ber xwe dibe, difirîne, piştî firîneke dirêj dikeve erdê. Lê piştî dikeve erdê her tiştî ji bîr dike. Dev ji komunîstiyê berdide. Wî dibin Gundê Baranokê de qene hêzên rejîmê (Rejîma Be’asê) wî nebînin. Biraziyên wî Smayîl û Salar wî bi werîsan bi xwe ve girê didin de qene nefire.







Piştî demeke li Baranok xwe xef dikin Rejîma Be’asê efûyeke giştî dertîne, Cemşîd xan jî tê teslîm dibe. Wî bernadin ji ber ku dema wî ya leşkeriyê hatiye û wî dişînin leşkeriyê. Di şerê Îran û Iraqê de cî digire, ciyên stratejîk û nepen ên Artêşa Îranê nîşanê Rejîma Be’asê (ango Artêşa Iraqê) dike. Di firîneke de vê carê dikeve di destê Artêşa Îranê de. Piştî ketina xwe tenê dizane ku dikarê bifire, Kurd e û di navê wî de “xan” heye. Artêşa Îranê jî wî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne, cilên Îmam Hiseyn lê dikin û wî dişînin ezmanan.







Piştî demeke ji Îraniyan direve û tê digihe Baranok. Lê piştî firîna dawî ji firînê jî ditirse. Derûniya wî têkilhev dibe. Ji her tiştî ditirse. Piştî salek û nîvê vedigerin bajêr; têkiliya Cemşîdî û keçikan xurt dibe. Safînaza Sedîq Paşa nas dike. Pê re dizewice, hemû mal û emlaqê xwe li ser wê çêdike. Lê Safînaz rojeke dibêje Cemşîd ji bo min bifire. Jina wî, Cemşîd berdide ezmên û werîsê wî jî berdide. Paşê bi yarikê xwe Îhsan Beyazid re direve, diçin Kanadayê. Bi wê firînê ve salek û nîv tu agahî ji Cemşîd nayên standin.







Cemşîd xan wê firîna xwe ya bi destê Safînazê diçe dikeve nav gerîlayên PKKyê. Li dijî Artêşa Tirk, li rex gerîlayan têdikoşe. Di firîneke de dikeve, birîndar dibe, gerîlayek wî nas dike û wî digihîne mala wî. Piştî vê ketînê tenê dibêje Xwedê Xwedê Xwedê. Cemşîd dizivire derûniya xwe, li gorî gotina wî di fira xwe ya dawî de wî li ezmanan Xweda dîtiye. Diçe mizgeftan bi Mela Qasim re hevkariyê dike û her îniyê derdikeve ezmanan û dîtinên xwe û mesajên îlahî ji cemaetê re vedibêje.







Di firîneke de dikeve. Piştî vê ketinê naxwaze li vî bajarî û welatî bimîne. Dibêje Salar walîzên me dagire em ê herin welatekî û jiyanekî nû bijîn. Diçin Bakurê Kurdistanê, ji Silopiyê derbasê Stenbolê dibin. Dibin qaçaxçiyên (mişextvanên) mirovan, qaçaxçitiyê dikin, dewlemend dibin. Di seferekê de Salar dikeve di destê polêsan de, ew jî werîsê xwe dibire û dikeve nav behrê. Heta deh salan li wan giravan dijî.







Cemşîd xan piştî deh salan vedigere welêt. Ajanseke ava dike. Derbarê kesên siyasetmedar û kesên xwedî hêz de belgeyên xef didin hev û bi eşkerekirina van belgeyan wan kesan ditirsînin û pere ji wan dixwazin. Çiqas Salar bêje ev ne karekî rast e jî ew vî karî didomîne. Dîsa di operasyoneke ajansê de dikeve destê yekî siyasetmedar, siyasetmedar wî difiroşe kûmpanyeyeke Tirk, wî wekî heywanekî têxin di qefesê de. Salar tê wî ji qefesê rizgar dike.







Piştî rizgariya wî, Salar wî ji dereke mezin berdide û ba wî dibe dibe û li Asyayê dereke dikeve. Tedawî dibe û êdî lingê wî bi erdê ve dimîne û ba wî nabe.







Nirxandina Pirtûkê



Em pêşî behsa lehengên romanê bikin. Ka aliyên wan ên lawaz û xurt çi ne. Lehengên romanê yên sereke Cemşîd, Salar û Smayîl in. Lehengên din jî Safînaz, Edîp xan, Pîroz, Hisam xan û Îhsanê Beyazîdî hwd.







Cemşîd xan lehengê sereke yê romanê ye. Cemşîd xan lehengek cuda ye ji lehengên din. Lehengek derasayî ye. Ji ber vê derasayiya wî em wî weke karakter (takekes) dikarin bi nav bikin. Naşibe lehengên asayî yên bi tîp tên binavkirin. Di romanê de weke lehengeke xurt tê destnîşan kirin. Hemû bûyer li der dora wî diqewimin. Ew lehengê sereke yê hemû bûyeran e.







Cihewaziyeke wî heye pir lawaz e û ji ber vê lawaziya wî ya laşî, bê her tim ew li ber xwe dibe, difirîne. Ji firê pir hez dike. Lê hemû hez di nava xwe de êşan jî dihundurînin. Cemşîd piştî dikeve erdê hemû bîranînên xwe ji bîr dike. Tenê dizane ku dikare bifire, Kurd e û di navê wî de “xan” heye.







Piştî hemû ketînên xwe bîrdoziya xwe diguherîne. Di destpêkê de komunîst e, paşê dibe leşker, jinbaz, derwêş. Tim û tim bîrdoziyan diguherîne. Hemû bawerî û bîrdoziyên wî girêdayî berjewndiyên wî ne. Mînak, dibe komunîst lê ne ji bo rêgezên komunîzmê ji bo ku têkiliyên kur û keçan bi hêsanî bête kirin.







Lehengê alîkar û vebêjer Salar e. Salar biraziyê Cemşîd e. Pêşiya peywira wî ya bi apê wî re ew weke yekî jinbaz tê nîşankirin. Ji xwendinê hez nake, yeke tolaz e. Piştî peywirê digire ser milê xwe tim û tim li bal apê xwe ye. Li şer, li bajêr, li gund, li derveyî welêt û firîna wî ya dawî de ileh rex apê xwe ye. Çiqas apê wî, wî biçûk bibîne û heqaretan jî lê bike ew dev ji apê xwe bernade. Belkî girêdana wî ya bi apê wî Cemşîd re bi werîsa be lê belê ev girêdan girêdanek ji dil e jî. Dema Cemşîd dibêje wext hatiye divê em derkevin ji welêt, di cêh de walîzan hazir dike û bi apê xwe re diçe. Heta dawiya romanê jî vê hevalbendiya xwe didomîne.







Ji bilî hevalbendiyê peywireke di jî ya Salar heye ew jî vebêjerî ye. Belê em romanê bi vebêjeriya Salar guhdarî dikin. Vebêjerê sereke Salar e. Lê di hin deran de vebêjereke nepen dikeve dewrê û ew romanê vedibêje. Lê ev beş zehf kêm in.







“Peywendiya di navbera Cemşîd xan û biraziyê wî Salar xan de, eyn wekî peywendiya tevgerên Kurd û milletê Kurd -yê bindest, tekoşer û hestewar- e. “ (Esen, Selamî)







Lehengê din ê alîkar Smayîl e. Smayîl jî wek Salar dev ji xwendina dibistanê berdaye. Lê ji xwendinê hez dike. Pirtûkan dixwîne, zimanan hîn dibe û dibe rojnameger. Girêdayîna wî ya bi apê wî girêdanekî ramanî ye. Ne weke girêdana Salar bi evîndarî û hestewarî ye. Girêdaneke hişmendî ye. Di vê girêdanê de dema wext tê ji apê xwe re dibêje na û wan bi tenê dihêle. Li pey wan naçe lê dema apê wî vedigere welêt dîsa hevkariyê dikin.







Lehengên din (Safînaz, Hisam xan, Îhsan Bayezidî, Pîroz û hwd.) dema rêza rola wan tê, tên rola xwe dilîzin û dîsa diçin ciyê xwe rûdinin.







Di romanê de mekan (cihûwar) gelek belav e. Kurdistan, Iraq, Îran, Tirkiye, Dewletên Ewrupa, Perava Asyayê. Mekan bandorê li derûniya lehengan dike. Mekanê sereke bajar e. Bajar curek ji dorpêçê ye; lewma jî derketina ji tu bajarekî vê dinyayê ne gengaz e[2]. Bextiyar Elî di romanên xwe de bajaran neyînî şayes dike. Bajar ne ciyên bextewariyê ne. Di bajaran de lehengên me xwe di kemînan de dibînin. Di bajar de bêhnteng in, aciz in, ne aram in. Ji bêhntengiya bajêr tekane xelasî “firîn” e. Cemşîd dema difire bextewar dibe û xwe azad dihesibîne. Di bajaran de têkiliyên keç û xortan ne serbest in wekî din gelek astengî li ber azadiyê hene. Dema Cemşîd dibe yekî tundrew (radîkal) Mela Qasim şayesa bihuştê ji Cemşîd re dike, Cemşîd dibêje ev der tam berevajiyê bajarê me ye.







Wekî mekanan dem jî gelek belav e di romanê de. Roman behsa sih salên Cemşîd xan dike. Dem weke kronolojîk tê vegotin. Di hin beşan de deh sal tê vegotin, carinan di rûpeleke de salek tê vegotin. Di vegotina demê de xwemijûlkirin zêde nîn e.







Roman ji aliyê şêwazê ve gelek serkeftî ye. Her çiqas ku werger ne baş be jî, ji ber serkeftîbûna romanê û balkêşiya romanê roman bi herikbarî tê xwendin. Vebêjeriyê Salar dike, em bûyeran ji devê wî dibîhîzin. Vebêjer hakimê hemû bûyeran e, bi tenê di hin deran de vê peywira xwe dide vebêjereke nepen ji ber ku di van deman de, Salar rola xwe ya romanê bi cî tîne. Em di dawiya romanê de pê dihesin ku vebêjer nivîskar bi xwe ye. Salar : … li derve ba mîna dirindeyekî birîndar dinale, beyî ku guh bidim gefên bayê dinivîsim, ‘ Di destpêka sala 1979an de, gava Cemşîd xan cara yekê hat girtin temenê wî hivdeh sal bûn…’[3]











[1] Xwendekarê Mastira Bitez a Zanîngeha Muş Alparslanê



[2] Elî ,Bextiyar. Êvara Perwaneyê. Weşanên Avesta. Stenbol. 2012. rp.33



[3] Elî, Bextiyar. Apê min Cemşîd xan ku bê hertim ew li xwe dibir. Weşanên Avesta. Stenbol. Rp: 124





zeynelabidin zınar



31.08.2014 13:25 | brusk56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol