Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
mast û sed carî mast

mast û sed carî mast

1. gotineka pêşiyan e.. dema tiştek di dilê mirov de bimîne û nekare bide der û eşkere bike û yê li pêşberî wî/wê jî tu pûte û giringiyê pê nede, hingÎ ji bo ya dilê xwe kifş bike deq û deq vê gotinê dibêje..



çîroka vê gotinê;



dibêjin carekê mirovek li ber sê kesa ra borî silav kire wan û çû her sê mane pêkve her êkê got silav kirîye min. Her sêka gazî kirnê "herê zelam te silav kire kê?" Ew li xwe zivirî her wekî tiştek ji wan zanî; got: Heçî pêtir ji jina xwe bitirsit min silav kirîye wî! Yê ewil got: Baş e, pa guh bigre li serpêhatîya min û jina min. Hingî ez bîm min çend pezek hebîn û birek mirîşka, xelkê digot: Hêkrûn gelek xweş e, belê min ne dizanî ka tama wê çawa ne?

Çunkî jina min nedihişt ez bixûm, rojekê jina min çû bi gundî ve, kirmê serê min livlivî! Min got: Çima ez ranabim hêkrûnekê çênakim û naxwûm, hêj jina min nehatî. Ez rabîm tepek rûn min ji hîz deranî û ez çûm kadînê çar hêk jî min anî û min tawik - miqilik - anî û min kar kir da ez agrî xweş bikim min hind dît dengê jina min li derê malê hat! Ya ji min hatî min rûnê xwe kir li pizya - paxila - xwe û hêkên xwe min kirne li komê - kulavê - xwe û danîji ser serê xwe. Jina min hat jorva "to çi dikî?" Min got: Ê ne ez li ber malê me! Çû berê xwe da hevîrê xwe, got: Wê tirş bîye here agirî xweşke da nanî bipêjim. Ez rûniştim li ber tifkê - kuçkê - û min agir xweş kir. Wê nan beht, hind pê agahdar bî lehîya rûn da bin teşta wê, hizir kir û jorda li nava serê min da : hey nemao ev ne te mîzt bi xwe ve? Belê gava destê wê li serê min ket her çar hêk şikestin û pêlên hêkê bi serê min da hatin! Got: Kuro ev çî ye? Ez rabîm revîm û ji hingê were min ne wêraye ez herim mal.

Yê duyem got: De ka guh bide min. Min ji xelkê dibihîst digotin kutilkên qelîyê xweş in. Ji min ra bî daxwaz ez carekê tam bikim. Belê pa jina min nedihişt ez bixwûm û min jê nediwêra. Wê bi xwe her gav ji xwe ra kutilkên qelîyê çêdikirin û ji min ra jî yên arxafkê çêdikirin! Rojekê jina min çû ser avê ez li kolanê bîm, min ji xwe ra got: Pa bi Xudê ez ê rabîm biçim hindek kutilkên wê bixwûm! Ez bi lez rabîm çûm mal û rûniştim li ser legena kutilka û min avêtin devê xwe û cara dumahîkê min sê kirin li devê xwe da! Êk li vî rexî êk li rexê dî û êk li navbeyna her duka da û ez rabîm da derkevim. Belê hêj min devê xwe lêknadayî, min hind dît jina min ji wêva hat jorva! Ya li destê min da mayî hema min devê xwe miçand û her sê kutilk li devê min da... Lama min pif bî! Berê xwe dayê got : Kuro te çî ye? Pa ne ez newêrim devê xwe vekim... Min got: Immm... Hat destê xwe da lama min hişk e wek berî ye. "Kuro kengî ho li devê te hafîye?" Her min got: Immm... Bi destê min girt û ez birme li ba hekîmê gund. Hekîm got: Te çî ye? Her min got: Immm.... Destê xwe da lama min ji berê hişktir e! Hekîm got : Baş e, ez çi jê bikim xuşka min? Jina min got: Ez xadim pê neşterê derbike. hekîm çû neşterek bînit û destê min di destê jina min da, ez nikarim birevim û ne dest hilanîn ji min têt! Hekîm neştera xwe anî û li lama min da, gava neşter gîha lama min qetên kutilka li gel piçên qelîyê hatin xarê! Min destê xwe ji destêjina xwe anî der û min bazda heta ez li vêdê ra derketim. U heke hûn bawer nekin şona neşterê ye hêj sax nebîye.

Yê sisîya got: Babo ez bi xwe ne wekî hewe bê zirav im! Hingî ez bîm min kerîk pez hebî; kul û meraq û keser û kedera li ser dilê min ew bî ez firek mast bixwûm! Vê keça neçî kesa nedihişt ez nanekê bi firek mast bixwûm! Min ji xwe ra got: Niha to bi Xudê jiyana min bo çî ye? Ev jiyana bindesfî û serşorî û çavbehnî! De qedav û sêsed bela li vê jiyana holê bikevit. "Bila mirov dîkê rojekê bit ne mirişka sê sala bit." Bi Xudê ji koletîyê nexweştir û pîstir nîne. Her wekî hatîye gotin : " Tifî li jîna di bin desta: Meger Qaron û Hamam bit." Min bes e ji vê jînê û ji vê koletîyê. Were pezê min û mala min û ez bi tengavî û ne xweş; jarî û jûrî, bi sirr û serma xweyî bikim û ez jê bê behir bim! Peşkek mast li min heş û hezret bit, Wek xwîna Sîyahoç lê bêt! Yanî jîna min bo çî ye? Bila kutîyê wek min bimrin hêj caw erzan! Mirdalên wekî min jî xwe hisab dikin zelam! Ev jîna holê bindestî bi hezar cara ji mirnê nexweştir e. Her wekî kurê Xanê Dimdim gotî babê xwe: "Da biçînê, Da biînê : Misrîya şil bikin ji xwînê: Mirin xweştir e ji vê jînê." Eva hizra li min da û hêrsên min rabîn! Kerba min vebî, ez rabîm serxwe, seharê zû min kalik û gorên xwe kirin lingê xwe û min xwe kok lêkda û pêk anî! Jina min berê xwe da min û got, "ew tê çi bikî?" Min ne xwest ez ya dilê xwe bi êk carê derînim, çunkî ne rast e mirov wek kela nîskê bit zû bifûrit û zû danit. Divîya mirov xwe girbit, wekî dibêjin:’’Yan bike û nelerize, eger bilerizî neke. Ez ê dîsa bi tenahî li gel baxivim ka xweya çî ye? Jina min dîsa wekî her roj çû tûk ji ser mastî rakir danî li ser nanekê û xwar û bi kevçika ket wî mastê serve firkir. Çû meşka xwe anî gurru û mastê xwe berda têda û meşka xwe da li ber keya û keyand. Min jî hêdîka li bin lêva xwe da got: Ka firek mast... Dengê min sehkir belê bi dengekî

bilind û bi cers got: Çîîî? Min got: Çi ne min deng nekirîye! Ez bêhnek dî mam, min dîsa got: Firek mast... Berê xwe da min bi çavekê sor û bi awirek dijwar û bi dengek cers û bilind û serê xwe li min hejand û got: Ew niho to çi dibêjî gingina te ye? Min jê ra sond xwar û got: Pêjin ji min nehatîye û min deng nekirîye, malbab wêran, ba li ber guhê te ketîye vê seharê. Ez mam min hizrên xwe kirin, min ji xwe ra got: De rabe bes e evê kêr gihand hestî ma ne bes e! Mêranî ji kij rojê ra ye! Ez hêdîka rabîm ser xwe, min kopalê xwe kir zendê xwe lingegê xwe avêt ji derve û êk ma di jorva! Ez lê zivirîm min berê xwe dayê û min got: Da ji te ra bêjim. -

Ew sekinî ka ez ê çi bêjim? - Min bi dengekê bilind got: Mast û sed cara mast û bi Xudê her du carên dî jî min gotibî: Mast. De here vêca bila ji te ra bit û min nevêt û guyê sey bila li ser vê mala ez jê bê behir bim. Ev jîna bi koletî min navêt û min bazda û ez li vêderê derketim.



ji kitêba mele mehmûd dêrşewî ya bi navê miştaxa çiya ji gotinên pêşiyan hatiye wergirtin..



13.09.2014 02:19 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» mastê gamêşa
» sedemên şer û pevçûnê
» carî anîn
» mastektomî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî