Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 11 peyam
şêx nûredînê birîfkanî

şêx nûredînê birîfkanî

1. (z. 1795 (hicrî:1205) - m. 1851 (hicrî:1268), Ji xelkê bajarê xelatê bûye. Xelat, dikeve ser qeraxê Behra wanê.Ji Xelatê hatiye Kurdîstana Başûr, di gundê birîfkan de bi cî bûye. Ev gunde han dikeve nav çiyayên navça Behdînan ên pişta 'Eynsifnê (Şêxan). Şêx Nûreddîn di sala 1205'ê hicrî de li günde Birîfkanê hatiye dinê.



ex Nûreddîn li ba bavê xwe Qur'an xwendiye û jiber kiriye. Pişt re çûye feqîtiye. Li bajarê amediyê li ba Mele Yehyayê Mizûrî xwendiye û çûye Mûsilê. Li Mûsilê li ba çend zanayên bi nav û deng ên wek Şêx Silemanê Kurd, Mela Ebdurrehmanê kurê Mela îsayê Mûsilî û Şêx Yûsuf Efendiyê kurê Remezan, ewe ku bi navê îbn Me'hderbaşî bi nav û dang e, xwendiye û piştre îcaza xwendine wergirtiye.



Dûvre, Şêx Nûreddîn, îcaza terîqeta qadiriye ji Şêx Memduhê kurê Ebdulcelîlê Mûsilî yê Kurd wergirtiye û vegeriyaye gundê xwe birîfkanê.Li wir dest bi dersgotinê kiriye û hemû çaxê xwe bi dersdan, tesewÛf û kitebnivîsînê derbas kiriye. Ji bili vî ji bo ku Şêx Nûreddîn gelek meşhur bû, nav û dengê wî di Kurdistanê de belav bû ( heta niha jî belav e), terîqeta Qadiriye belav kir, gelek xelîfe û mirîden wî hebûn; 'alimekî mezin bû û di warê tesevvvvufê de çend kiteb nivîsandine. Her wisa şa'irekî mezin jî bû. Şêx memduhê birîfkanî dibêje: "Şêx Nûreddîn bi zimanê Kurdî, Erebî û Farisî çend dîwanê şi'r danîne." Ez gelek sipasî wî dikim ku ev her du helbestên wî ligel hinek malûmatên li ser jiyana wî ji min re şandine. Şêx Nûreddîn di 1268'e hicrî de koça dawî kiriye. Gorra wî li gundê Birîfkanê ye û gelek ji xelkê diçin ziyareta gorra wî.



16.09.2014 19:29 | xwelî li ser

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [1]
@ tirşik translate/144478 (bnr: qertafa -oşki)...
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
belki ev jî bala te bikişînin
» şêxê bêserî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî