1. Şêx Evdirehmanê Axtepî (1850-1905) nivîskarekî kurd e. Li gor beyana di pêşgotina pirtûka wî ya Rewdneîmê de, sal 185O li gundê axtepe di şeva êvara înê de, roja 3Oê meha Rebî'ulewelê ji diya xwe re çêbûye û di sal 1905, pêncê Sibatê, yan 29ê Adarê jî, li amedê çûye ber dilovaniya Xwedê.
Mîrê zimanê Kurdî celadet alî bedirxan, di nivîsa xwe yê Hawarê de, ku bi mahlasê xwe yê Herekol Azîzan nivîsandiye, behsa Şêx Evdirehmanê Axtepî jî dike û wî weha dide nasîn:“Kitêbeke wî heye bi navê ‘rewzel neîm’ tê de qala wesfên pêxember û mîraca wî kiriye. Kitêb mênzûm e û 360 rûpel in. Kitêb di sala 1302yê hicrî de hatiye nivîsandin. Evdirehman teqlîdî ehmedê xanî kiriye û di şihirekê de qala kurdmancî û kurdmancan kiriye. Evdirehman di beyteke vê şihirê de dibêje:
Me ev çend lefzi şêrîn çêkirin
Zimanê di tirkan me pê jêkirin.”
Şêx Evdirehman despêka xwendina xwe, pêşî di xwendegeha bavê xwe de li gundê Axtepe û li nik bavê xwe kiriye. Piştre çûye li Başûrê Kurdistanê di hin xwendegehan de xwendiye, heta ku xwendina xwe kuta kiriye. Piştî wefata bavê wî, ew bi şûnde hatiye Axtepeyê û li şûna li Xwendegeha bavê xwe dersdarî kiriye. Heta ku birayê wî Şêx mihemed can li şamê xwendina xwe kuta kiriye û bi şênde vegeriyaye hatiye axtepeyê.
Îcar piştre Şêx Evdirihmên dersdanê spartiye birayê xwe û wî jî xwe daye ser nivîsandina pirtûkan, heta dawiya jiyana xwe, li wî karê pîroz domadiye.
Wefata wî jî Romî 16'ê Adarê 1326 e. Ev tarîxa bi Mîladî dibe 29'ê adarê 1910. Dema ku Şêxê bi navûdeng wefa kiriye, gelê Kurdê wefadar çardara wî li ser dest û milên xwe ji amedê hilgirtiye û birine gundê axtepeyê, wî li kêleka bavê wî Şêx hesenê nûranî veşartine.
Şêx Evdirehmanê Axtepî di helbestên xwe de, piranî nasnavê Rûhî ji xwe re bi kar aniye û hin caran jî xwe bi "şemsedîn" navdar kiriye.
Şêxê nemir, li pey xwe çar pirtûk diyarî hiştine:
rewdneîm
dîwana rûhî
kitabu keşfîz'zelam
kîtab ul-ebrîz
Helbestvan û nivîskarê nemir Şêx Evdirehmanê Axtepî, sedemên herî girîng ku ev pirtûk nivîsîne, hin jê ev in ku li layêt welatparêzî bi hin helbestên xwe eşkera gotiye:
Ji van qesdê min nîne ‘erzê huner
Welê da li dunya bimînit eser
Ku Turk û Ecem qet nebên carekê
“Nehin Kurdî şa‘ir di misra‘ekê“
Bizanin ku şa‘ir ji Kurdan hene
Ji ‘uşşaqê Turk û Ecem zêde ne
Binêrin li şi‘ran heçî zaniye
Çi terkîbekî serfê kurmancî ye
Ji kurmanciya xwe me anî nîzam
Mu‘ella û şêrîn û efseh kelam
Ji tenzîmê kurdî sual û cewab
Me bînane nezmê hezaran kîtab
Welê îktîfa kir ji nezmê hemîn
Çiku kes nehin bêje min “aferîn“
|