Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
şêx eskeriyê axtepî

şêx eskeriyê axtepî

1. Şêx Eskeriyê Axtepî nivîskarê kitêba iqdê dûrfam û keşkûl e. Iqdê Dûrfam, çîrokên Kurdî ne ku Şêx Eskerî van çîrokana bi helbestkî nivîsandîye. Dîwana din yê Şêx jî Keşkûl e û ev dîwana heta niha bi tîpên Latînî nehatiye çapkirin. Divê bê gotin ku her du berhemên Şêx Eskerî jî bi Kurdî hatine nivîsandin.



şêx Eskeriyê Axtepî di sala Hîcrî 1316an de, ango di sala 1898an de li gundê Axtepeya bi ser Çinara Amedê hatiye dinê. Şêx Eskerî di sala 1952an de jî çûye ser dilovaniya xwe. Piştî rehmet kiriye jî li gundê ser bi Amedê, ango li Çûliyê hatiye definkirin.



şêx Eskerî kurê Şêx EvdirehmanÊ axtepÎ ye. Heta ku bavê wî di heyatê de ye, xwendina xwe li bal bavê xwe didomîne. Lê piştî ku bavê wî rahmet dike xwendina xwe li bal birayê xwe yê mezin, ango li bal Şêx kerbela didomîne.



Berî ku em behsa nivîskariya Şêx bikin, em dê hin peyvên mele zeynel abîdîn zinar bigrin nav nivîsa xwe. Mele Z. Abîdîn, ji bo nivîskariya Şêx weha dibêje:

“Nivîskarê hêja di wan demên tarî û li bin xwînxwarî û barbariya Komara Tirkiyê de biziviye û di şûna şûr de xameya devjehrî lipikandiye û ev herdu pirtûk nivîsîne. Hem jî çi nivîsar! Çîrokan bi helbestkî nivîsîne. Meriv guman dike ku ew pirtûkên bi vê rewşê li dinê tinebûn, yan jî pir kêm hebin!”



dema jiyîna Şêx Eskerî, ji alî kurda ve demekî zor û dijwar e. Serhildana 1925an têk çûye û di serhildana 1938an de jî peywendiyekî di navbera Şêxên Nexşîbendî û Alewiyan de çênebûye û ev serîhildana jî têk çûye. Her weha, birayê mezin ê Şêx Eskerî, ango Şêx Kerbela jî hatiye nefîkirin.



Şêx Eskerî di vê demê zor de nikaribûye li Axtepe bimîne. Ji xwe berî Şêx Eskerî jî apê wî Şêx Mihemed Nûr hatibû li gundên Erxenî, Gêl û Çêrmûgê cîhwar bûbû. Şêx Eskerî ev bingeha apê xwe bikar anî û ji çavan dûr û bêdeng nivîsîna xwe ya bi zimanê kurdî domand. iqdê dûrfam, di sala 1942an de li Bîrsinê qedand. Piştî Iqdê Dûrfam jî ranewestiya û keşkûlê nivîsand.



17.09.2014 14:30 | xwelî li ser

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şêx evdirrehmanê aktepî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî