1. fîlmeka xweş a derhênerê îranî, abbas kiarostami ye.. di sala 1999an de hatiye çêkirin.. navê xwe û îlhama xwe ji helbesteka xwe fûrux ferruxzadê standiye.. ez ne xelet bim di festîvala fîlman a venedîkê de xelata baştirîn fÎlmê wergirtiye.. mijara wê ya zahirî jî ev e; yekî bi navê behzad ligel çend hevalên xwe tên gundekî, bi ser navê şîrketeka produksiyonê dişixulin, li gund bi navê melek pÎrejineke extiyar heye, li ber mirinê ye, ev behzad û ekîba xwe ji bo ku rêûrisma ku piştî mirina melekê wê bê duristkirin bikişÎnin û bikin fîlm hatine gund.. lê xebera gundiyan ji vê niyeta wan nîne.. gundÎ ji behzad re dibêjin muhendîs.. |
|
18.09.2014 00:24 |
endazer
|
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1] |
|
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1] |
|
afroamerîkî [1] |
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |