Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 18 peyam
biryar e ku

biryar e ku
[ (0), (0) û ecêb (0)]

1. (bnr: husein muhammed)'î di xebata xwe ya ku min jêr lînk dayî de yek (bnr: lêkerên alîkar yên raweyî) ya shall'a îngîlîzî weke "biryar e ku" rave kiriye.. ji min re eceb hat..

shall bi gelemperî di îngîlîziya amerîkayî de ji bo pirsên kubarane ( ku bi îngîlîzîya brîtanyayê hîn pir ) tê karanîn..

Shall we dance? em dansê bikin?

Shall I go now? anha em herin?

pirî caran ji bo rêgezên fermî û gotinên diviyatî an jî pêwîstî tê bikaranîn..

You shall abide by the law. divê ku tu li pey zagonê biçî.

Students shall not enter this room. divê ku xwendekar nakevin vê odê.

should hin caran bikaranîna dema borî ya shall e..

shall û will bi hev re (bnr: modal verb)'in û di nava gotinan demên bê tê bikaranîn.. shall bi (I/we)ê re, will jî bi (you, he/she/it, they)ê re tê gotin..

di bikaranîna reported speech'ê, an jî bikaranîna dema borî de shall carna dibe would jî..

I shall go ...ezê herim....he said he would go....wî got ezê herim

I will go.... ezê herim.....he said he would go...wî got ezê herim

bi kurtî mijar gelekî dirêj e, di pirtûka huseyîn muhammedî de gelek tişt nayê gotin, mijar pir bi kurtî hatiye rave kirine..biryar e ku jî weke peyveke nû hîn dikim..

lînk ev e..

http://www.kulturname.com/wp-content/Rezimana-inglizi.pdf

Lêkerên alîkar yên raweyî

Bi xêra lêkerên alîkar yên raweyî (modal auxiliary verbs) mirov diyar dike ku tiştek dibe ku, dikare yan divê bê ku kirin. Çend lêkerên alîkar yên raweyî yên inglîzî ev in:

Nivîsîn Gotin Wate

can [ken] karîn, kanîn, şiyan

may [mey] dibe ku, belkî, mimkin e ku

must [mäst] divê ku, pêdivî ye ku, pêwîst e ku

shall [şeł] biryar e ku, divê ku

will [wił] dê (diyarkirina dema bê)



mînak:

I shall travel tomorrow. (Biryar e ku bi rê bikevim.)

- He shall visit us next week. (Biryar e ku ew hefteya bê serdana me bike.)

- I will go there. (Ez ê biçim wê derê.)

- She will sell her house. (Ew dê xaniyê xwe bifiroşe.)

I can open this. (Ez dikarim vê vekim. Ez dişêm vê vekim.)

- He can say. (Ew dikare bibêje.)

- We may buy it. (Dibe ku em wê bikirrin.)

- She may see me tomorrow. (Dibe ku ew sibê min bibîne.)

- You must do your job. (Divê tu karê xwe bikî.)

- He must come here. (Divê ew bê vê derê.)

rûpel 53



2014.09.20-23:08 | havka

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
tîrêj zana 21 [2]
ez bawer im guh dayiye rexneyan, ji loma her ku diçe baştir dinivîse, ...
li amedê pirsgirêka zimanê dayikê [2]
Min ji mijarê fêm nekir tirşikvana entrya ewil a ku entrya xwe jê biri...
li amedê pirsgirêka zimanê dayikê [1]
Pirsgirêka dibe sedema dilê mirov ji amedê bimîne Sedemên neaxaftina...
canva.com [1]
malpereke dîzaynê ye. Di vê rupelê de ji bo hemû qadên medyaya civa...
kurdish lessons [1]
hesabekî li ser twitterê, înstagramê, youtube, discord, û facebookê ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» biryara bihevreçûyîna cenevre-2yê ya partî û saziyên rojava

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî