1. di kurdî û kurmancî de stran, awaz.. an gotinên levhatî yên ku di ber rîtm newayeke diyarkirî re de tên gotin.. bi piranÎ ji bo stranên dengbêj distirên û dilorînin ev peyv bikar tê.. nivîskarê kurd eskerê boyîk derheqê kilaman yên di nav cih û civak û civata kurdan de wiha dibêje: Ne şînê kurda bê kilam dibin, ne jî şayî
Dema tenêbûnê kilam kurd ra heval e. Civaka kurdî bê kilam û dîlan nameş e
Dema evîntyê, dilxweşyê hogirê herî dilsoz kilam e, dema bêgumanyê kilam guman e
Dayîk bi kilaman zaroka xwe şa dibin, bi kilaman dergûşa radizînin
Bi kilaman bûka siyar dikin, bi kilaman mêrxwesên xwe dişînine ber şêr, heta bi kilaman mirîyên xwe verêdikin
Şivan bi kilam û bilûrê kerê xwe diçêrînin, cotkar bi kilaman xeta cotê xwe li ser axê dikşînin. Kilam xerîb ra dilbînî ne, ew bi kilaman agirê hisreta dilê xwe ker dike
Kurd bi kilaman laqirdya dikin, bi kilama dikenin, bi kilama digrîn
" |
|
28.07.2013 15:32 |
endazer
|
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1] |
|
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1] |
|
afroamerîkî [1] |
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |