1. navê wê yê bi temamî shakira isabel mebarak ripoll e.. di 2ê sibata 1977an de li bajarê barranquillayê ya bi ser kolombiyayê ve ye hatiye dinyayê.. shakiraya ji kolombiyayê ya ku bi eslê xwe libnanî ye stranbêj, nivîskara gotinên stranan, reqqas û lîstkvana sînemayê ye.. yek ji navdartirîn stranbêj û mûzîsyena cureya latîn pop û latîn rockê ya ku piştî salên 90î li dinyayê belav bûyîne û deng vedane.. bi fîgûrên reqsa xwe ya ku nîv ereb û nîv latîn in dÎqet û eleqeya heyran û hejêkerên xwe kişand.. stranbêja ku di ber gotina stiranan re besteyan jî çêdike 2 caran xelata grammyê, 8 caran xelata latin grammyê û 14 caran jî xelata billboard latin musicê wergirtiye û hilgirtiye heta niha.. li gorî daneyên sony musicê tenê albûmên shakirayê li amerîkayê 16.8 û li tevayê dinyayê jî di ser 70 milyonî re hatine firotin.. eger mirov hejmara sînglean jî lê zêde bike ev hejmar ji 150 milyonan zêdetir dibe.. |
|
30.07.2013 06:16 |
endazer
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
xwarina herî xweş [1] |
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [2] |
|
wedat aydin [1] |