154. ji sala 2006'a, heta sala 2012'a ez li ser wîkîpediyayê gelek xebitiyabûm. min gelek gotar çêkirin û gelek tevlêkirin kirin. lê motîvasyona min a ewilîn a di vî karî de pêşdebirin û baştirkirina kurdî ya min bû. herçiqas min bi vê motîvasyonê dest pê kiribe jî, dû re niyeta min her ku çû xalistir û jidiltir bû, ji ber ku, wek tê zanîn, rêya çêtirîn a elimîna tiştekî nivîsandin e. niha zûve ye ku ez têde kar nakime, lê ne ji ber ku meqseda min hasil bûye, ji ber ku wexta min nabe. |
|
25.01.2015 21:51 |
fethî ronî
|
duayên kurdî [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
femonasyonalîzm [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |