Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


12 mijar û 19 peyam
helbestên ebdulla peşêwî

helbestên ebdulla peşêwî

1. (bnr: ebdulla peşêw)



sedan sale



sedan sale

le wêrane malî xom da

kitke korey goşey metbeqî sultanim

sedan sale

hewş û berey xom wala ye û

le ber dergey dizanî xom pasewanim.

sedan sale

rojêk debim

be meyterî walî bexda

rojêk le taran kutalim

rojêk lîfkem

piştî jinî sultan deşom,

rojêk geskim şam demalim!

sedan sale

weku çengêk dane wêle,

aşî mêjû firrêy dawim.

her çiwar dewrem şaroçke ye û

mêrûle demyan tê nawim.

sedan sale

kase serim minare ye

kê bê, dengî tiya hel debrê.

sedan sale

nîştimanim nêrgle ye,

kê bê, be demyewey degrê.

sedan sale

le ber dergey tekyey cîhan

cutêk soley pîne pînem,

kê le pêm ka bo ew deşêm,

sedan sale

diwa tilîşêk firrê dedrêm.

sedan sale

diway pîneyek le pê dekrêm.



min piştêkî birîndarim,

le qamçî xom raperîwim.

min lafawêkî lasarim,

lew kenarane helsawim

ke tengyan pê helçinîwim.

nanîşmewe.... nanûmewe....

bê aramim..

aramî min çirayek bû

reşebay dewrim xwênî rişt.

bê bezeyîm...

bezeyî min zeryayek bû

binyan pêwe na û helyanmişt.

nanîşmewe.... nanûmewe....



ke min dan bim, kwa derfet?

ya min, ya mêrû.

ke min xwên bim, kwa derfet?

ya min, ya zêrû.

qehpen ewaney pêm dellên:

dan û mêrû biray yekin.

qehpen ewaney pêm dellên:

xwên û zêrû biray yekin.

qehpen ewaney pêm dellên:

masî û çengal,

mişk û cewal,

dest û çizû biray yekin.

qehpen ewaney pêm dellên:

pet û gerden,

gwêzan û mû biray yekin.

werin xelke!

le nêçîr û zam bipirsin,

billên, tuxwa,

xencer heye zam tîmar ka?

raçî heye nêçîr nexwa?

de xelke, le ka bipirsin,

qet agirî sardî dîwe?

le hêlaney mal bipirsin,

be niyazî maç,

qet mar demî tê jenîwe?!

de le dar berû bipirsin,

tewrî dîwe dar birr nebê?

de le kerêkîş bipirsin,

gurgî dîwe ker dirr nebê?!

qehpen ewaney pêm dellên:

marî şîrîn jarîş heye,

qehpen ewaney pêm dellên:

tewrî biray darîş heye.



min piştêkî birîndarim,

le qamçî xom raperîwim.

min lafawêkî lasarim,

lew kenarane helsawim

ke tengyan pê helçinîwim.

nanîşmewe.... nanûmewe....

bê aramim..

aramî min çirayek bû

reşebay dewrim xwênî rişt.

bê bezeyîm...

bezeyî min zeryayek bû

binyan pêwe na û helyanmişt.



ebdulla peşêw,1981



28.02.2015 16:09 ~2015.12.10 16:02 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên seydayê tîrêj
» ebdulla peşêw

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî