1. (bnr: baba tahirê uryan)
(bnr: baba tahirê hemedanî)
(bnr: çarînên baba tahirê uryan)
1
Bê te yek dem dilê min kêfxweş nîn e
Eger rûyê te bibînim xema min namîne
Eger derdê dilê min bê parvekirin
Li dinyayê qet dilekî bêderd namîne
Baba Tahirê Hemedanî
2
Lale biçîn ku ji te lale biçînin dilo!
Ev ji te re bes e ku lale biçînin dilo!
Ez kerr û lal im, qet tiştekî nizanim
Eger tu dizanî were laleyan biçîn dilo!
Baba Tahirê Hemedanî
3
Gelî yaran ji feleka zalim eman e!
Ev emaneke heta roja axirzeman e
Layîq e eger pêsîla xwe biqetînim
Lewra asîman ji min re sergiran e
Baba Tahirê Hemedanî
4
Şevek were ronî bike odeya min
Mehêle di nav derd û dûriya min
Sond bi her du tayên birûyên te
Dûr ji te derd dike hevaliya min
Baba Tahirê Hemedanî
5
Kesê aşiq be ji canê xwe natirse
Aşiq ji zincîr û zindanan natirse
Dilê aşiq mîna dilê gurê birçî ye
Gur ji "heyhey"ên şivan natirse
Baba Tahirê Hemedanî
5
Şeva min ji şeva yeldayê tarîtir e
Derdê dilê min ji yê alemê bêtir e
Hemû derd gihîştin dermanên xwe
Ji bo dilê min derman bê te'sîr e
Baba Tahirê Hemedanî
6
Ez im ew bazê spî yê Hemedanî
Min li ser çiyê hêlîn bi dizî danî
Bi baskên xwe difirim çiya bi çiya
Bi çengên xwe jî dikim nêçîrvanî
Baba Tahirê Hemedanî
7
Hewramî:
Dilîwe darû mobeten kariş
Çenî bêmeyneten germen bazariş
Bergey wirasim poşam we rol dill
Meyneten pûdiş mîhnet tariş
Kurmancî:
Dilekî min heye kirîyarê evînê
Ji ber vê geş e bazara evînê
Min ji bejna dilê xwe ra kirasek dirût
Ji tayê zehmetiyê ji lûfê evînê
Kirdkî:
Min zerrîye esta muşteriyê evîne
No semedî ra geş a bazarê evîne
Min beşna zerrîya xo ra kirasêke deşte
Tayê zehmetîye lufê evîne
Baba Tahirê Hemedanî
8
Di ber goristanê re buhurîm kêm zêde
Min halê dewlemend û feqîran dît tê de
Ne feqîr bê kefen ketibûn bin axê
Ne dewlemend biribû ji kefenek pê de
Baba Tahirê Hemedanî
9
Eger derdê min yek bûya çi dibû;
Ger xema min hindik bûya çi dibû;
Li kêleka min hebîb yan tebîbek,
Ji herduyan yek hebûya çi dibû.
Baba Tahirê Hemedanî
10
Eger bipirsî rewşa min xerab e
Eger bipirsî cegera min kebab e
Te ji bo xwe yareke nû dîtiye
Eger bipirsî ev qiyamet û hesab e
Baba Tahirê Hemedanî
|