Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
komkujiya li rojavaya kurdistanê

komkujiya li rojavaya kurdistanê

2. komkujiya ku bi destê îslamiyên radîkal ên terorîst ên ku nizanin qûna xwe bişûn û hatine dibêjin Kurd ji dînê îslamê dûr ketine em hatine wan bînin ser rêya rast û heq.. bi çekên giran bi hemû kîn û rik û nefreta xwe bi ser deverên kurdan yên li rojavayê kurdistanê de girtine û dixwazin heyf û hezîmeta xwe ya ku li hemberî rejîma esed û hêzên ypgê û el ekradê standine ji pozê kurdên sîvîl derxînin.. lê ev tirr ji wan re namîne.. kurdan heta niha ji dewletên bêeman û bêîman ku çi bkeve ber destê wan ji kuran texsîr nakin re çong dananîne û serî netewandine ji van çend dêqehbên şîrheram yên ku bi handan û têkdanên dewletên dijmin bi singa kurdan ketine re jî ne serî ditewînin û ne jî çong datînin.. wek ciwan di diyaloga xwe de dibêje 'ew ê bên û biçin, lê em li vir in..''

û wek renas dibêje:

''Tên. Ji bo ku li darê dinyê kokên me biqeliînin tên.

Weke di zuhayê de şilavilên ku xwe li avê û

di berfê de reşêleyên ku xwe li rêxê bigirin tên.

Tên. Bê sebr û hedan in, di destekî wan de ferman û di yê din de tirpan,

Bi salan e, talan e.

Lê kokên mala bavê min ji kokên mêran e...

Beran e...

Baran e...

Çi ji kê tê heger texsîr bike ne camêr lawê camêran e!..

Tên. Ji bo ku serê xewnên me bikurisînin û deqên li canê me bixeritînin tên.

Xwe li bela û qeşê, li mirin û seqemê girtine û tên.

Tên, bila bên, her seqem an jî her pûkê,

serê her çiyê an jî serê her sûkê ji bo me hembêza bûkê.

Tên. Ji bo ku kokên me biqeliînin tên. Bila bên.

Hay ji wan heye ku bi dobelanan re şer dikin û

kengî dilê wan bixwaze weke ecûrê ku

ji lemê tê hilqetandin wê serê me ji erdê hilqetînin.

Lê wê şûşî erdê bibin.

Kokên me di kêvir de şûr in.

Ev mage, heta ku ji serê xwe derbê nexwin aqil nagirin.

Ji lew re, a baş,

şabaş ji lawê azadiya seglawî re şabaş!

şabaş ji qîza qedera por-hinnekirî re şabaş!

Qeraş,

Tên. Ji bo ku hestiyên me bihêrin.

Tên. Ji bo ku di nav xwîna me de masiyan bigirin û

keştî-kaxezên xwe biavjenînin.

Tên. Ji bo ku li van erdan êşa bêkokiya xwe ji bîr bikin tên.

Bi çargavan, bi dîrok û derewên bêbavan,

bi çapemenî û taqemeniyên bicizbêketî,

Bi hetîketî û ji serî heta binî ji rûmetê mirî tên.

Tên bi diranên fîq, bi kenên hîqehîq û

bi paletên tanqên xwe yên zîqezîk tên.

Dev ji wan berdin bila bên. Bila bên û li vê axê

di nav kokên me yên fireh û kûr de xerq bibin.

Ne ehlê Xwedê ne heq dikin…''



03.08.2013 08:15 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» komkujiya ermeniyan
» rojavaya kurdistanê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî