Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 25 peyam
helbestên ehmed huseynî

helbestên ehmed huseynî

2. (bnr: bo mihyedînê cizîrî)



Vê sibehê,

tîra dengê te di dilê min de dadiçike,

Xwe vediweşînim,

Xwe bi ser pizota bêrîkirina te de direşînim,

Tu ji min dikevî,

Tu bi nêrdewana xwîna min ji ronahiyê dadikevî,

Çavên xwe ji te re vedikim,

Lê tu ji zindana xewna min direvî

Li destên xwe digerim

lê di bin serê xwe de pêrgî destên te dibim,

dixwazin min ji te bidizin,

dixwazina hawarên min, beriya ku bigihêjin te, birizin,



Lê vê sibehê

dema tu di esmanê min de hildihatî

Hemî rojên belengaz, xwe ji ber şox û şemala te,

didine aliyekî din..



Vê êvarê,

Lal, zîz, sergêj, mîna peykerekî ji kirîstala çîniyan,

li pêşberî te radiwestim,

Rêçên ku ber bi sînga te ve tên, dihejmêrim..

Û sîberên peyvê li ser keviya navê te ji bîr dikim,

Di nav pêlên agirê te yê zeredeştî de rûdinim,

Ji te re serê govendê digerînim

Ji te re hemî stêrkên evîna xwe berhev dikim

û gulwazekê di gerdena te de li pey xwe dihêlim,

Daristana te, Çolistana te me,

Navçe û herêmên êşekêşana te me,

Westan û xwêdana dîlana te me,

De mîna axinên qederê bizinge, bigurme, biteqe!

De mîna pinpinîkekê

li ser gula dilê min,

hetahetayê

bimîne!



Bo Mihyedînê Cizîrî



Vê sibehê,

Baskên rojê didizim, wan bi ser aramiya giyanê te de vedigirim,

Ji şûrên Cizîrê ber bi gurmîna ewrên dilê te ve direvim,

Bi pey serav û rewrewka azadiya te dikevim ey bajarê aşiqan!

Ji peyvên xwe didexisim,

Girtîxaneyên dûr ji yên nêzîk re Jaro Dilo dibêjin,

Ez jî dixwazim peyizokekê ji te re bibêjim,

Lê tiştekî din ji pênûsê dirije,

Dixwazim te himbêz bikim,

Lê tivinga destê çepelan di navbera me de ye,

dixwazim ji te re bibêjim roj baş,

lê dengê min di gewriya min de

bi singoyekî jehrewî

dikujin!



Ehmed Huseynî



04.03.2015 09:02 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
wedat aydin [1]
Yekem kesê bi kurdî keniya ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên ku nivîskarên wan ne diyar in
» ehmed

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî