Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
pirsgirekên zimanê kurdî

pirsgirekên zimanê kurdî

1. -zimanê kurdî zimanekê nefemî ye

-bi zimanê kurdî heta aniha perwerdehiyek çênebûye

-zimanê kurdî neketiye di nava jiyana bajarvaniyê

-zimanê kurdî gelek salan qedexe bû û lewma jî axaftina wê paşde maye

......

min li jor di çend xalan de-ku mariv dikare çend xalên din jî lê zêde bike- rewşa heyî ya vî zimanî nivîsand, tabê encamên vê rewşê jî hene û di dawiya van encaman de wek malumî herkesî/ê ye çend pirsgirêk û arîşeyên kûr derketine holê..



mesela yek ji wan probleman ev e ku ji ber nefermîbûna xwe nebûye wek zimanekî birêvebirinê; qalib û têgeh û termên ku pê de karên fermî birêvediçe kêm û qels mane..

yek ji wan ev e kurmanciya ku em ji dêûbavên xwe fêr bibûn, bi pirranî peyv û bêjeyên ku bêtirîn li gund û naçeyên piçûk dihatin xebitandin, ku niha têrê jiyana modern a bajariyê nakin. lewma jî herikîna zimanê me jî li gora mijarên ku em pê re diştexilin diguhere ango tu dema behsa rewşa xwe ya rojane bikî kurdiya te têra axaftineke xweşik dike û pê naxitimî lê bes dema behsa mijarên dîn ên wek fîzîk, polîtîka, felsefe, dînî û tiştên wek zanîstî bikî zimanê te dixitime, diterpilî û nagihîjî bi tu miraz û encamekê

ji ber ku perwerdehî çênebûye ev ziman neketiye binhîş û derhîşê me lewma jî zimanê me yê fikirînê/entelektuelî bûye zimanekî din û ji ber vê sedemê, kurdiyeke çêker û naylon derketiye holê. ji ber wê ye ku berhemên nivîskarên kurd nikarin gaveke di pêş de biavêjin û ji ber wê ye ku sentaksa zimanê tirkî gelek berbiçav û beloq e..

ji ber qedexebûna xwe jî tirsekê ketibû di nava civata kurdan, tirsa axaftina zimanê kurdî, dibe ku li gundan ev tirs tune bin lê di bajarên mezin -wek amed- de ev tirs hebû û li dû rakirina qedexeyê jî tirs li holê rabû lê wekî ku tê gotin êş derbas dibe rêç dimîne, ji ber hînbûyînan, tirsê dewsa xwe da xemsariyê..

ji ber wê ye ku têkiliya civatê bi zimanê dîn e êdî..

di kolan û kuçe û cade û zikê bajêr de du kesên biyanî ku hewceyî axaftinê be têkiliya xwe bi zimanekî din dikin û ev jî rê li ber geşedana zimanê kurdî digire..

çendîn reçeteya wan probleman karanîna zimanê kurdî be jî ji ber nefermîbûnê, zimanê kurdî nikare bazara xwe çêbike û xwe fînanse bike.

ger ku zimanekî nikaribe xwe fînanse bike nikare perrên xwe ber bi cihanê re daweşîne, bi welatparêziyê re têkildar nîn e, rastiyek ya jiyanê ye mixabin

gelek gelek problemên din hene ku li benda çareserkirinê ne, her ku wext dihere xweşbîniya xwe wenda dikim. ji ber ku bayê asimîlasyonê problemên me kûrtir dike



07.03.2015 02:50 ~02:54 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirsgirekên sereke di jiyana meriv de
» zimanê tatî
» kurdîstan tu wate ye

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî